Gergerlîoglu serbest hat berdan

Gergerlîoglu serbest hat berdan

.

A+A-

 Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryara binpêkirina mafan a rawestandina cîbicîkirina cezayê Omer Farûk Gergerlioglu ji bo 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê re şand, di çarçoveya biryara Dadgeha Destûrê ya ji nû ve negirtî bê darizandinê de, tê çaverêkirin ku Gergerliolu êvarê bê serbestberdan.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina mafan a di derbarê Ömer Faruk Gergerlîoglu de, parêzerê Gergerlioglû Osman Çiftçi serî li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê da. Çiftçi daxwaz kir ku biryara di derbarê Gergerlioglu de li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were rawestandin.

Herwiha Serraportorê Beşên Serokatiya Dadgeha Destûrê di 6ê Tîrmehê de diyar kir ku divê biryara berê ku bi hinceta "binpêkirina mafan" hatiye wergirtin ji nû ve bê nirxandin.

2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê daxwaza rawestandina cîbicîkirina cezayê di derbarê Gergerlioglu de qebûl kir. Bi yekdengî biryar hat girtin ku cîbicîkirina cezayê ku di 21ê Sibata 2018an de li Gergerlioglu hatiye birîn rewestinin.

Di çarçoveya biryara Dadgeha Destûrê ya ji nû ve negirtî bê darizandinê de, tê çaverêkirin ku Gergerliolu êvarê bê serbestberdan.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê roja 1ê Tîrmeha îsal derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de ku berî niha parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, biryara xwe aşkere kir û ragihand ku “mafê xebata siyasî, ewlekarî û azadiya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.”

Tevî ku Dadgeha Destûrê di 1ê Tîrmehê de bîryar dabû ku mafê Gergerli oglu hatiye binpêkirin û divê ji nûve bê darizandin, 5 roj di ser biryara dadgehê de derbas bû jî Gergerlîoglu di girtîgehê de dihat girtin lê îro biryara serbestberdanê hat dayîn. Parêzerê Gergerlîoglu, Bişar Alinak, diyar kir ku sedema biryara Dadgeha Destûrê di derbarê binpêkirinê de ne ji wan re wekî parêzerên wan û dadgeha herêmî ji wan re hatiye teblîxkirin.

Dadgeha Destûrê herwiha nivîsek jî arasteyî dadgeha xwecihî kir û daxwaz kir ku Gergerlîoglu bê azadkirin. Dihat çaverêkirin, ku li gor proseya hiqûqî, Gergerlîoglu bê berdan lê belê heta niha jî hikûmeta Tirkiyê biryara berdana wî cîbicî nekiribû lê îro bi şandina biryarê bo 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê biryara serbestberdanê hat dayîn.

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî yê Tirkiyê bû û bi xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan û civaka sivîl tê naskirin, ji ber peyamên xwe yên li ser torên civakî derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di encama wê dozê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Gergerlîoglu hatibû birîn û dosya bo parlamentoyê hatibû şandin.

Biryara derbarê wî de roja 17ê Adarê li lijneya giştî ya parlamentoyê hatibû xwendin û parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.

Biryara dadgehê, rakirina parêzbendiyê û stendina mafê parlamenteriyê ji Gergerlîoglu karvedanên ciyawaz li pey xwe anîbûn û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

Omer Faruk Gergerlîoglu jî ku bi kar û xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan tê naskirin, li dijî wê biryarê li jûra fraksiyona HDPê bi daxwaza `dadperweriyê` dest bi çalakiyekê kiribû û ragihandibû heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dawîn nede ew ji parlamentoyê dernakeve.

Lê Gergerlîoglu roja, 21 Adara 2021, di roja pêncan a çalakiya xwe de li parlamentoyê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.

Herwiha piştî ku hatibû berdan, Gergerlîoglu roja 2ê Nîsanê vê carê jî li mala xwe hatibû desteserkirin û dîmenên desteserkirina wî jî belav bûbûn ku polîsan bi ser mala wî de girtibû û bi reftareke xerab ew desteser kiribûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin