General Votel, di derbarê dema vekişînê de daxuyanî da

General Votel, di derbarê dema vekişînê de daxuyanî da

Fermandarê Fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel dibêje, eger heye di çend hefteyên pêş de li gor biryara Donald Trump, Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

A+A-

Serpereştê hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn Joseph Votel da xuyakirin ku dema vekişînê girêdayî rewşa Sûriyê ye.

 

Fermandarê CENTCOMê li ser pirseke derbarê vekişîna hêzên wan ji Sûriyê de got: "Eger heye di çend hefteyan de, lê careke din ev yek bi rewşa ser erdê ve girêdayî ye."

 

General Votel, herwiha ji rojnamevanan re got: "Bi baweriya min em li ser rêya rast in."

Votel amaje bi wê yekê jî da, ku bawer nake Amerîka hejmara hêzên xwe li Iraqê bi awayekî berçav zêde bike.

 

Beşek ji berpirsên Amerîkayê pêşbînî dikin ku bi tevahî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê heta meha Adara bê yan jî Nîsanê berdewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin