Gelo gefa man û nemanê li ser Kurdistanê heye? Adil Baxewan*

Gelo gefa man û nemanê li ser Kurdistanê heye? Adil Baxewan*

.

A+A-

Adil Baxewan 

Destpêk

Min di navbera rojên 13 û 25ê vê mehê de, du caran serdana Bexda û Hewlêrê kir. Li her du paytextan, min kesên yekem ên piraniya partiyên şîî, kurdistanî û sunnî dît. Li derveyî wan jî, min çend dîplomatên rojavayî yên ku li Bexdayê dijîn û çend komên cuda yên lêkolînê dîtin.

Armanca sereke ya van hevdîtinên min ew bû ku ez dûrî çavê kamerayan û bi rêya diyaloga rasterast û rûbirû bi wan re, ji devê kesên yekem ên hêzên siyasî bi xwe tiştên ku îro li Iraqê diqewimin fêm bikim.

Ez ê hewl bidim nîşe û dîtinên xwe yên giştî di çend gotaran de tomar bikim û ger pêwîst bike jî bêhtir li ser wan rawestim.

Di vê gotarê de, ez dixwazim balê bikişînim ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê û bersiva pirseke sereke bidim ku ev çend roj in bi awayên curbicur ji min tê kirin: Gelo Herêma Kurdistanê rûbirûyî metirsiyeke hebûnî bûye? Tew yek ji xwendevanên min bi xemgîniyeke kûr ji min dipirse: Gelo bi rastî dê Herêma Kurdistanê bimîne?

Çima ev pirs?

Fêmkirina reh û kokên vê pirsê pir girîng e, ji ber rê dide ku em bersiveke rast û dirust bidin. Li gor min, beşek ji reh û kokên tevdana vê pirsê di nav nezaniyê de ye û beşeke wê ya din jî di nav hilberîn û sermayeguzariya siyasî de ye.

Pêşî nezanî. Nebûna metodeke zanistî ji bo berhevkirina agahiyan û çavdêrîkirina rastiya ku heye û piştre şîrovekirina zanyariyan ji bo têgihîştinê û paşê berhemanîna zanînê li ser çiyetî, çawatî û çiqasîtiya rastiya ku em tê de dijîn, sedema yekem a gurkirina vê pirsê ye. Wek mînak, çend êrîşên dronan, berdana çend mûşekan li ser Hewlêrê, tevgera komeke Heşda Şeibî yan daxuyaniya berpirsekî Tirk û Îranî, yan jî gotareke giştî ya dîplomatekî ewropî, wisa dike ku ew hemû elît, rewşenbîr û tew xwendevanên asayî jî bitirsin, ku ne xwediyên metodeke zanistî ya tevgera bi rastiyê re ne û tomeriya wan prensîb, pîvan, rêxistin, zagon, berjewendî û girewan nabînin ku bingeh û wateyê didin wan tevgeran.

Lewra di wê baweriyê de ne ku dê sibe Herêma Kurdistanê bi dawî bibe û di vî warî de jî xirecir û qerebalixiyeke mezin li dora xwe çêdikin. Hilberîna siyasî. Koma duyem ew hemû elîtên siyasî û çandî ne ku haya wan baş jê heye ku çawa, çima, kengê û ji ber çi ev dron û mûşek bi ser Kurdistanê de têne barandin û dîplomatek di çi rewşekê de daxuyaniyekê dide, lê ji bo ku asta hegemonyaya xwe ya siyasî û çandî zêde bikin û desttêwerdana têkiliyên hêzê bikin, tên û hilberînê bi van bûyeran dikin.

Qet li cem aktorên vê komê ne giring e ku civaka Kurdistanî bikeve rewşeke bêîstiqrar a derûnî, bazar têk biçe yan na û tirseke mezin di nav hemwelatiyan de belav bibe yan nebe. Tiştê ku bala wan dikişîne ew e ku çawa her yekê ji van bûyeran di rêça ku ew dixwazin de bikar bînin.

Gelo li Bexdayê gefeke cidî li ser Herêma Kurdistanê heye?

Li gorî detayên ku li ber destên min in û min pir bi hûrbînî analîz kirine, niha û li vir û tew di dema navîn de jî tiştek li Bexdayê bi navê gefa wicûdî li ser Herêma Kurdistanê tune ye. Li ser asta objektîv, Bexda ne tenê li ser hebûna Herêma Kurdistanê ne gef e, belku ew bi xwe di karesateke wicûdî ya mezin de dijî û ji bo mayîna xwe şerê man û nemanê dike.

Tew ez dikarim bê tu dudiliyekê bibêjim ku eger Amerîka û Ewropayê di 16ê Cotmeha 2017an de çiraya kesk ji artêşa Iraqê û Heşda Şeibî re vênexistana û rasterast û nerasterast alîkariya wan nekirana, bi tu awayî ne ku her nikaribûn gundekê navçeyên cihê nakokiyê bigirin, lêbelê ji binî ve li êrişkirinê jî nedihizirîn.

Niha ne tenê ew çiraya kesk nehatiye pêxistin, lêbelê Amerîka û Ewropa pir bi tundî bi Heşda Şeibî û tew bi hinek aliyên artêşa Iraqê re jî tev digerin.

Ez dikarim ji wiha zêdetir nehêniyekê di vê mijarê de kifş bikim. Yek ji serkirdeyên herî bihêz ê Şîe bi hûrgilî û bi belge û zanyarî ji min re got ku pir giring e Iraq bigihe rêkeftineke dawî ligel Herêma Kurdistanê, eger nebe Herêma Kurdistanê dikare bibe metirsî li ser asayîş, aramî û geşepêdana aborî ya hemû Iraqê.

Dibe ku piçekî zêdegavî di vê dîtinê de hebe, lê beşeke girîng a rastiyê jî di xwe de vedihewîne.

Gefeke çawa li ser Kurdistanê heye?

Lê gelo ev tê wê maneyê ku tu gef li ser Kurdistanê nîne? Helbet na.

Kurdistan bi çend gefên stratejîk re rûbirû ye, ji wan şerê di navbera PKK û Tirkiyê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dabeşbûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser du partiyan, lawazbûna jêrxana aborî ya Kurdistanê, nebûna siyaseteke niştimanî ji bo birêvebirina hevrikiyên kurdan wek neteweyekê bi pêkhateyên din ên Iraqê re, zindîbûna DAIŞê, nebûna rêkeftineke giştî ligel Komara Îslamî ya Îranê, amadenebûna dezgeheke dîplomatîk a Kurdî ya çalak ku bikaribe bi cîhanê re tev bigere û guhertinan fêm bike, nebûna diyalogeke eşkere û vekirî li gel komên curbicur ên Heşda Şeibî û li derveyê Heşdê û nebûna çarçoveyekê ji bo berjewendiyên ewlekariya niştimanî ya Herêma Kurdistanê.

Her yek ji van gefeke stratejîk e li ser Herêma Kurdistanê û divê bi awayekî cidî werin wergirtin û reftar bi wan re were kirin.

Dawî

Na, teşeya Herêma Kurdistanê ne li pêşiya gefa man û nemanê ye. Lêbelê Herêma Kurdistanê bi çend gef û metirsiyên stratejîk re rûbirû ye.

Teşeya Herêma Kurdistanê berî her tiştî biryara zilhêzên sîstema cîhanî ye û niha û li vir Amerîka û welatên xurt ên Yekîtiya Ewropayê, ne ku daxwazeke wan a jinavbirina Herêma Kurdistanê heye, bervajî vê ew dixwazin Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de hebe û xurt be jî.

Ji bilî Ewropa û Amerîkayê jî, niha û li vir welatên Kendavê bi giştî û Îmarat, Erebistana Siûdî û Qeter bi taybetî xwestekeke wan a bihêz heye ji bo ku Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak di nav Iraqê de bimîne û wek şirîkekî girîng pê re tev digerin.

Lê ev hemû wê rastiyê venaşêrin ku her yek ji wan her sê aktorên sereke yên sîstema cîhanî, Amerîka, Ewropa û Kendav, hest bi westîneke mezin dikin girêdayî rengekê ji xemsariya elîta kurd li hember wan astengiyên mezin ku rûbirûyî wan dibin û fêm nakin ka çawa dibe û çawa çêdibe kurd bi vî awayî bêberpirsiyarî bi paşeroja xwe re tev bigerin!

 

* Dr. Adil Baxewan: Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin