Gelê Amedê: Kiliçdaroglu newêre bibêje ez Kurd im, dê çawa ji bo Kurdan gav bavêje

Gelê Amedê: Kiliçdaroglu newêre bibêje ez Kurd im, dê çawa ji bo Kurdan gav bavêje

.

A+A-

Li Tirkiyê di dema ku nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext ên muhtemel dewam dikin, Kurd li ser hewldanên CHP'ê yên ji bo pêkanîna stratejiyeke nû ji bo dengdêrên Kurd hişyar in. Welatiyekî Kurd ê Amedê jî behsa Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û got “Ji tirsa newêre bibêje ez Kurd im. Dê çewa ji bo Kurdan gav biavêje.”

Şandên Partiya Gel a Komarî (CHP) di van demên dawî de gelek caran serdana parêzgehên Bakurê Kurdistanê dikin û di axaftinên partiyan de li ser Kurdan zimanekî nermtir tê bikaranîn.

Herî dawî Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu çû serdana Emîne Şenyaşar a ku bi mehan e li ber edliyeya Rihayê nobeda edaletê digire û piştre jî diyar kir ku wê biçe Amedê. Lê belê serdan di kêliya dawî de hat betalkirin.

Welatiyê Amedê got “Ji tirsa newêre bêje ez Kurd im. Dê çewa ji bo Kurdan gav biavêje. Kiliçdaroglu ne Kurd e. Newêre bêje ez Kurd im.”

Welatiyê Amedê Sîraç Kaplan dibêje “Vê gavê ji Kurdan re baştir e. Nêzikî Kurdan dibe. Wek mînak MHP û IYI Partî na, lê Kiliçdaroglu nêziktir e.”

Welatiyê Amedê Xalid Toprak “Ka ez bêjim çi? Eger başiyê bike xwedê jê razî be, eger başiyê neke xwedê jê ne razî be.”

Welatiyê Amedê Eskerî “Çiqas komkujiyên li ser Kurdan çêbûne, di hemûyan de îmza wan heye. Ev yek qet nayê hişê min ku ez bi wan re bibim heval an têkevim têkiliyê. Ez tiştekî wisa jî şaş dibînim, şaşiyeke ku ber bi xiyanetê ve here.”

Welatiyê Amedê Vecdîn “Kiliçdaroglu wiha tevdigere, tiştên baş nîşanî me dide. Wextê Tayyîp Erdogan jî bi tiştên wisa nêzikî Kurdan bû, lê paşê me dawiya wî jî dît. Hûn feqîr û belegazan dibînin, tax belopanî bûne. Gişt bi dû nanê xwe ketine. Tiştek sererast nemaye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin