Gefa îdama  werzişvan a Koreya Bakûr bi sedema wêneyekê Sêlfî

Gefa îdama werzişvan a Koreya Bakûr bi sedema wêneyekê Sêlfî

Keçeka werzişvan a Koreya Bakûr, bi sedema girtina wêneyek Sêlfî digel keça lîstikvaneka Koreya Başûr, ketiye bin gefa Îdamê.

A+A-

Rojnameya “Daily Star” ya Berîtanî di raporekê de belav kir ku, ew wêneya Selfî ku hatiye girtin, li ser daxwaza werzişvana Koreya Başûr li Olempîka Riyo yê hatiye kêşan weke sembola yekgirtin û yekbûna her du Koreyan, digel pêşwaziyek bêmînak berbirû bûye, lê hemwelatiyên Koreya Bakûr rexneyên tund di vê derheqê de girtine û karê lîstikvana welatê xwe, bi îxaneta bi welat, dane zanî.

Di raporê de hatiye ku yasayên Koreya Bakûr bi awayekî hatine darêtin ku, li ser biryara “Kîm Sûn Ûn” ê serokê welat, heya niha bi hezaran kes bi sedema bikaranîna “Mobil” û “Dizîna Xwarinê”, bo kampên karkirina bi neçarî ku bi “Serbazxaneyên mirinê” hatine binavkirin, hatine şandin, û tê de bi şev û roj 16 demjimêran berdewam karê neçarî, ji dewletê re dikin.

Rapor herweha vê yekê jî eşkere dike ku, heya niha gellek hemwelatiyên Koreya Bakûr, bi sedema lênêrîna Fîlm û zincîre fîlmên Koreya Başûr, yan jî bi sedema hebûna “Pirtûka Incîl”ê hatine îdamkirin.

Serokê Koreya Bakûr “Kîm Sûn Ûn” her cure têkiliyeke hemwelatiyên Koreya Bakûr, tevî hemwelatiyên Koreya Başûr bi îxanet dihesibîne, û dem û dest fermana îdamkirinê ji wan re dide.
KMedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin