Îranê giliyê Amerîkayê kir

Îranê giliyê Amerîkayê kir

.

A+A-

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî, li ser êrişên Amerîkayê ji Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re du nameyên cuda şandin.

Îranê ragihand ku êrişên Amerîkayê "binpêkirineke eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Belgeya Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê ye."

"Êrişî serweriya axa me kir"

Di nameyê de hat gotin: "Amerîkayê Peymana Neteweyên Yekbûyî û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bi eşkereyî bin pê kirine."

Tehranê anî zimên ku Amerîkayê li dijî serwerî û yekparçeyiya axa Îranê ducare dest bi êrişên leşkerî yên berfireh kiriye.

Binpêkirina Peymana Îslamabadê

Hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya xala 4an a beşa 2yan a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.

Her wiha di nameyan de hat diyarkirin ku Amerîkayê bi van êrişan madeya yekem a Belgeya Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê jî bi awayekî bingehîn bin pê kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin