Fransa: Me 27 jinên Êzidî digel malbata wan qebûl kirîye

Fransa: Me 27 jinên Êzidî digel malbata wan qebûl kirîye

Malbatên Êzididî ji alîyê rayedarên Fransayê ve hatine pêşwazîkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malbatên Êzididî ji alîyê rayedarên Fransayê ve hatine pêşwazîkirin.

Li gor malpera 20minutes.fr ya Fransayê, sala 2018ê bernameyek hatîye destpêkirin. Li gor bernameyê dewleta Fransayê qebûl kirîye ku ew ê 100 jinên Êzidî digel malbata wan qebûl bike.   Bi çûna 27 malbatan ev jimar hatîye tememkirin.

Li gor nûçeyeka Rûdawê, Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyanîyekê de ragihandîye ku 27 jinên Kurdên Êzidî yên koçber ligel zarokên xwe bi balafirê gihîştine Parîsê.

Malpera France 24 TVyê daye zanîn ku piştî êrîşên DAIŞê 6,800 kesên Êzidî hatine revandin.

Kesên navborî di çarçoveya soza ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dabû çalakvan û rizgarbûya ji destê DAIŞê Nadya Murad de ew malbat hatine wergirtin.

Macron soz dabû xwedîya Xelata Nobela 2018an Nadya Murad ku ew welatê wan dê 100 malbatên Kurdên Êzidî werbigire.

Fransayê 31 malbatên Kurdên Êzidî wergirtibûn.

Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrişî Şingal û gundên derdorê kir û komkujîyeke mezin pêk anî, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin. Herwiha bi hezaran kes jî koçber bûne.

Çavkanî: Bianet, Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin