Fransa: Enqerê hin soz dan, lê têrê nake!..

Fransa: Enqerê hin soz dan, lê têrê nake!..

.

A+A-

 Piştî demeke dirêj Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron, doh 2yê Adara 2021ê cara yekem bi rêya online pêwendî kirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, derbarê hevdîtina Macron û Erdogan de Parlamena Fransayê ragihand, 'Enqerê heqaretkirina li Fransayê rawestandiye û hin soz dane Yekîtiya Ewropayê, lê heta bi awayekî berçav gavan navêje wê têkilîyên herdu aliyan nazik bin.”

Le Drian bal kişand ser mijarên nakok yên di navbera Tirkiye û Fransayê de yên; Rojhilatê Derya Spî, Libya, Sûriye, Qerebax û nîqaşên li ser Îslamê û got, "Hê jî têkilî nazik in, çunkî lîsteya nakokiyan gelekî dirêj e, lê dîsa jî em bi Tirkiyê re têkiliyeke bi tendurist dixwazin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin