Fransa, Almanya û Îngîltere hişyariyê dan Îranê

Fransa, Almanya û Îngîltere hişyariyê dan Îranê

.

A+A-

Fransa, Almanya û Îngîltere ragihandin ku ew ji hilberîna ûranyûma metal ji aliyê Îranê de bi endişe ne û ji rêvebiriya Tehranê xwestine ku wezîfeyên xwe yên peymana nukleerî bînin cîh.

Berdevkên wezîrên karên derve yên her sê welatan bi nivîskî peyamekî belav kirin. Di beyanê de gotin ku endîşa wan di hilberîna ûranyûma metal de heye û ti ewlekariya sîvîl tineye û weka potansiyel gelek bandorên wê yên leşkerî hene. Berdevk gotin ku li gor peymanê Îran soz daye dê heya 15 salan hilberîna ûranyûma metal neke û heya 15 salan lêkolîna wê neke.

Îran ragihandiye bo hilberîna ûranyûma metal wê ûranyûma xwezxayî bikarbîne û agahiyê daye Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî.

Pispor dibêjin; ji ber ûranyûm di çêkirina sîlihên nukleerî de bikartînin, mijareka xesase.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin