Firokeyeka Tirkîyê li navçeyeka Herêma Kurdistanê kete xwar

Firokeyeka Tirkîyê li navçeyeka Herêma Kurdistanê kete xwar

Firokeyên Tirkîyê gundekê nahye ya Batîfa ya ser bi qezaya Zaxo bi tundî burdûman kir û firokeyeka çavdêrîya Tirkîyê jî li sinûrê nahey ya Derkar a her wê qezayê kete xwar.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dilşêr Ebdulsetar, rêveberê nahye ya Batîfa bi Kurdistan 24 ragehand, firoke yên cengî yên Tirkîyê bi tundî aqarê gundê Kerbit Teymûr li sinûrê  nahye ya wan burdûman kir û bi wê sedemê ve jî, zevîyê gundî agir pêket û şewitî.

Hevdem zêrevan Mûsa, rêveberê nahye ya derkar bo Kurdistan 24ê aşkera kir, çavdêrîyê ya Tirkîyê li gundê Bosel li sinûrê nahye ya Derkar kete xwar û ji alîyê polîs û asayîşê ve hat helgirtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin