Ferset Sofî sonda yasayî xwar

Ferset Sofî sonda yasayî xwar

Parêzgarê Hewlêrê yê nû, Ferset Sofî îro di merasimekê de li berdem Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û bi fermî weke parêzgarê Hewlêrê dest bi kar kir.

A+A-

Îro Duşemî 16ê Îlonê, li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, merasima sondxwarina yasayî ya Parêzgarê Hewlêrê yê nû Ferset Sofî hat lidarxistin.

Di merasimekê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed jî amade bû.

Ferset Sofî li berdem Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî destê xwe danî ser Quranê û têksta fermî ya sonda yasayî xwand û bi vê yekê weke parêzgarê Hewlêrê yê nû dest bi kar dike.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye: Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûnê pîrozbahî li Ferset Sofî kir û hêviya serkevtinê jê re xwest, herwiha spas û pêzanînên xwe bo kar û xizmetên parêzgarê Hewlêrê yê berê, Newzad Hadî jî nîşan da.

Ferset Sofî dibe 41mîn parêzgarê Hewlêrê û li şûna Newzad Hadî dest bi wê erkê dike.

Piştî 15 salan, roja Duşemî 12ê Îlonê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, berbijêrê PDKê Ferst Sofî bi piraniya dengan weke parêzgarê Hewlêrê yê nû hilbijartibû. Ferset Sofî ji dengên 28 endamên encûmenê, dengên 27 kesan bidestxistibû û weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hatibû hilbijartin.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin