Fermandarê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê bi eşkere li sînorê Mexmûrê tên dîtin

Fermandarê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê bi eşkere li sînorê Mexmûrê tên dîtin

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, berîya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li ser Çîyayê Qereçox li Mexmûrê difirîyan û li wir û li Deşta Mexmûrê li cihên DAIŞê didan, lê niha balafir li ser navçeyê nafirin û êdî çekdarên DAIŞê bi eşkere tên dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro roja duşemê 03.02.2020an Lîwa Ziryan Şêxwesanî Fermandarê Pêşmegre li Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di şerê duhî de di navbera terorîstên DAIŞê û zêrevanên kampa Mexmûrê, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji kampê jî kuştî û birîndar hene, ku birîndarên wan rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.”

Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Terorîstên DAIŞê ev demek e ku li sînorê Mexmûrê bi eşkere tên dîtin û diçin û tên. Eger wisa berdewam bin dê metirsî li ser xelkê Mexmûrê jî çêbibe, ji ber ku Pêşmerge li wir tune ye û DAIŞ tevgera xwe zêde kirîye.”

Lîwa Ziryan Şêwesanî wiha got: “Berîya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li ser Çîyayê Qereçox li Mexmûrê difirîyan û li wir û li Deşta Mexmûrê li cihên DAIŞê didan, lê niha balafir li ser navçeyê nafirin û êdî çekdarên DAIŞê bi eşkere tên dîtin.”

Şêxwesanî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge herdem amade ne ji her êrîşeke terorîstî re û em li çeperên xwe her çavdêrîya tevgera çekdarên DAIŞê li ser Çîyayê Qereçox û Mexmûrê dikin.”

Tê zanîn ku heya ew navçe di destê Hêzên Pêşmerge de bûn, parastî bûn, lê niha ew navçe di destê hêzên Iraqê de ne û fermandarên Pêşmerge dibêjin hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin û pêwîst e Pêşmerge vegerin cihê xwe ku navçeyên Kurdistanî yên benda 140 in.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin