
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 35emîn salvegera Raperîna Adara 1991ê peyamek belav kir û ragihand, Raperîn peyama azadîxwazî û îradeya jiyana serbilind e. Serok Barzanî herwiha hêvî xwast ku kêşeyên navçeyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Adarê bi boneya 35 saliya destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya têkoşer û azadîxwazên ku di gihîştina bi vê destkefta mezin de xwedî rol bûn.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya sî û pêncemîn salvegera destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, xelkê xoşewîst ê Kurdistanê û hemû wan nîştimanperwer, têkoşer û azadîxwazan dikim ku di gihîştina bi vî destkeftê biha yê gelê me de roleke wan hebûye.
Raperîn berhem û berdewamiya xebat û qurbanîdana dehsalan a cemawer û hêzên têkoşer ên Kurdistanê bû. Ew rûdana pênivîsa şanaziyê, ji bo her takekî Kurdistaniyê di niha û paşerojê de hilgira peyama teslîmnebûn, azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye.
Niha navçeya me di rewşeke pir aloz û hestiyar re derbas dibe û em hêvî dikin ku her çi kêşe û nakokiyên li herêmê hene bi rêya aştiyane bigihîjin encam û çareseriyê. Em jî çi ji destê me were em ê bikin, da ku Kurdistan ji şer, nehametî û naxweşiyan dûr be û parastî bimîne.
Di vê bîranîna pîroz de, em silavan arasteyî şehîdên Raperînê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin