
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
.
Îro 5ê Adarê ye, roja ku gelê Kurdistanê li bajarê Ranyayê yekem çirûska Raperînê li dijî rejîma Beisê pêxist. Ev serhildana dîrokî, piştî dehsalan têkoşîn û berxwedanê, bû bingeha avakirina qewareyê Herêma Kurdistanê.
Piştî dehsalan ji têkoşîn û berxwedana gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên rewa û rizgarkirina axa xwe ji bin destê dagirkeran, gelê Başûrê Kurdistanê di 5ê Adara 1991ê de li dijî zilm, stem, Enfal û kîmyabaranê serî hilda. Yekem çirûska Raperînê ji bajarê Ranyayê (Deriyê Raperînê) dest pê kir.
Meha Adarê ji bo Kurdan tijî bûyerên dîrokî ye. Lê ji 5ê Adarê heta 21ê Adarê (Newrozê), ji bo gelê Başûrê Kurdistanê xwedî taybetmendiyeke mezin e. Di vê demê de gel ligel hêzên Pêşmerge, di nava demeke kurt de, karîn hemû bajar û bajarokên Kurdistanê ji bin destê rejîma Beisê ya dîktator derxin.
Nexşeya Raperînê bi hevahengiya hemû aliyên siyasî yên di nav "Bereya Kurdistanî" de hatibû amadekirin. Piştî rizgarkirina Ranyayê, vê pêlê hemû deverên din girt ber xwe û di 21ê Adara 1991ê de, bi kontrolkirina bajarê Kerkûkê, serhildanê armanca xwe ya sereke bi dest xist.
Serok Mesûd Barzanî ku di sala 1988an de pêşbîniya guhertinên mezin kiribû, ligel serkirdeyên din ên Bereya Kurdistanî û Pêşmergeyên qehreman, bi awayekî çalak beşdarî operasyonên rizgarkirina bajaran bû. Her wiha di "Dastana Şerê Korê" de, Serok Barzanî bixwe serperştiya eniya şer kir, ku di encamê de artêşa Beisê têk çû û rejîm neçar ma ku daxwaza danûstandinê ligel Bereya Kurdistanî bike.
Raperîn ne tenê serhildanek bû, lê werçerxaneke dîrokî bû di şoreşa rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de. Berhema herî mezin a vê Raperînê, avakirina sîstema parlamento, hikûmet û qewareyê siyasî yê Herêma Kurdistanê bû ku îro gelê Kurd tê de xwedî statû ye. Sal bi sal gelê Kurdistanê vê rojê wekî sembola îrade û serkeftina li dijî zilmê pîroz dike.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin