Ferhat Encu: Her Kurd divê li zimanê xwe xwedî derkeve

Ferhat Encu: Her Kurd divê li zimanê xwe xwedî derkeve

.

A+A-

Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu dibêje, li Stenbol û bajarên din xebatên wan ji bo agahdarkirin û handana malbat û xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî berdewam in û bang dike, “Her kesê ku dibêje, `ez Kurd im` divê li zimanê xwe xwedî derkeve.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu beşdarî weşana taybet a Rûdaw TVyê bû ku ji aliyê Rawîn Stêrk ve tê pêşkêşkirin û behsa xebatên ji bo piştevaniya hilbijartina dersa Kurdî kir.

Bersiva ji bo rexneyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte berdewam in ku du ji wan dersan Kurdî (Kurmancî-Zazakî) ne û ji bo ku xwendekar û malbat dersên Kurdî hilbijêrin kampanyayeke berfireh birêve diçe.

Di vê qonaxê de rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin ku `wek pêwîst piştevaniya vê kampanyayê nekiriye.` Lê Hevserokê HDPê yê Stenbolê di wê baweriyê de ye ku neheqî li HDPê tê kirin û amaje bi wê dike, Berdevka HDPê bi xwe banga hilbijartina dersa Kurdî li malbatan kir û “hemû rêxistinên bajar û bajarokan di vê mijarê de ketin nav hewldanan.”

`Me bernameyek amade kir`

Ferhat Encu dibêje, “Dibe ku li medyayê belav nebûbe, lê me derbarê vê mijarê de civînek li gel hemû rêxistinên xwe yên navçeyên Stenbolê saz kir û me bernameyek amade kir. Me daxwaz kir ku mal bi mal bigerin û malbatan agahdar bikin. Em jî di hemû civînên xwe de li ser vê mijarê hişyariyan didin. Em dixwazin di serdema pêşiya me de li dibistanekê wêneyekê jî bigirin.”

Ferhat Encu eşkere dike ku nêzikî mehekê ye derbarê vê mijarê de wan li Stenbolê dest bi kar û xebatan kiriye û tekez dike, divê rêxistinên civaka sivîl û baro jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

Li ser derxistina dersên Kurdî ji forma dersên bijarte li hinek dibistanan jî Encu dibêje “IHD û OHD dê vê yekê bişopînin. Em jî dê li gel malbatên ku giliyên wan hene bin. “

Eleqeya zêde û tirsa welatiyan

Ferhat Encu amaje bi wê dike, ew weke HDPê daxwaz dikin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem û “perwerdeya bi Kurdî ne dersa bijarte, lê perwerdeya neçar be.”

Di dewama axaftina xwe de Encu dibêje, îsal eleqeyeke zêde ji bo dersên Kurdî heye û tekez dike, “Ev yek jî hêvî dide me. Lê hê jî hinek malbatên me biguman nêzîk dibin. Tirsa wê heye ku eger zarok vê dersê hilbijêrin dibe puanên wan ji dersên din bên kêmkirin an jî nêzîkahiyeke din çêbibe.”

Di dawiya gotinên xwe de Hevserokê HDPê yê Amedê tekez dike, “Zimanê me nasnameya me ye” û bang dike, “Her kesê ku dibêje, `ez Kurd im` divê li zimanê xwe xwedî derkeve.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin