Felzekeyên 14 parlamenteran bo Parlamentoya Tirkiyê hate pêşkêşkirin

Felzekeyên 14 parlamenteran bo Parlamentoya Tirkiyê hate pêşkêşkirin

.

A+A-

 

14 fezlekeyên rakirina parêzbendiyê ên derbarê 12 parlamenterên HDPê û Serokwekîlê Grupa CHPê de hatine amade kirin, bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Li gor zanyariyan 29ê Nîsana 2022ê 14 fezlekeyên rakirina parêzbendiyê ên nû ku derbarê Serokwekîlê Parlamentoyê Nîmetullah Erdogmuş,  12 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û parlamenterekî  Partiya Gel a Komarê (CHP) de hatine amadekirin bo Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê hatine şandin.

Di wan fezlekeyan de rakirina parêzbendiya wan parlamenteran tê xwestin û ev fezleke bo Lijneya Têkil a Dadweriyê hatine pêşkêşkirin.

Parlamenterên ku fezlekeyên wan gihiştine parlamentoya Tirkiyê ev in:

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyê Nimetullah Erdogmuş

Serokwekîlê Grupa CHPê Engin Altay

Parlamenterên HDPê; Parlamenterên Amedê Semra Guzel, Imam Taşçier, Saliha Aydeniz û Remziye Tosun, Parlamenterên Wanê Sezai Temelli û Tayip Temel, Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryaki, Parlamenterên Rihayê Nusrettin Maçin û Ayşe Surucu, Parlamenterê Idirê Habib Eksik, 

Herwiha derbarê Parlamenterên HDPê Semra Guzel, Berdan Ozturk, Tayip Temel û Remziye Tosun de du fezleke bo Parlamentoyê  hatine şandin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin