"Ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû"

"Ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû"

"Ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû"

A+A-

image-1-(1).jpg

image-1.jpg

 

Li Parîsê şîna Brûsk Tugan

Yakup Karademir/Paris

Îro, 9ê hezîranê roja pêncşemê, saet di navbera 17 û 20ê de, li Estîtuya kurdî ya Parîsê şîna rojnamevanê kurd, Ferhad Brûsk Tugan pêk hat. Di vê şînê de li gel malbat û hevalên rojnamevan Ferhad Brûsk, bisedan nasên wî yên Kurd û Fransî jî amade bûn. Şînê bi axavtina destpêkê ya Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan dest pêkir.

Birêz Nezan di axavtina xwe de li kesayeti û rojnamevaniya Brûsk Tugan rawestiya û got ku ew kesekî pir mutewazî lê rojnamevanekî jîr bû.

Paşê hevjîna wî Bêrîvan Tugan axivî û got Brûsk ne tenê hevjînê min û bavê zarokên min bû, ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû.

Xwiha wî jî got, birayê min ji ber welatperweriya xwe li xerîbiyê bû penaber, lê xewna wî weke ya her welatperwerekî kurd ê li dûriyê Kurdistaneke serbixwe û azad bû. Dost û hevalên birayê min heke dixwazin tiştekî ji bo wî bikin divê piştgiriya pêkanîna vê xewna wî bikin.

Wek tê zanîn Brûsk Tugan, di 4 hezîranê de wenda bûbû û 5ê hezîranê de jî termê wî di Deryaya Manchê ya nêzîkî bajarê Dunkerquê de hatibû dîtin. Wî li wir ji bo Li gor agahdariyan, îhtimal e ku ew bi şev derketibe ber deryayê ku cixareyekê bikêşe, di wê navê de piyê wî şemitîbe û ji ser pêgehê ketibe nav ava deryayê ku wê gavê bilind bûbû. Lê, hîn encama rapora otopsiyê nehatiye eşkere kirin.

Ferhad Brûsk Tugan ji Hekariyê bû, rojnamevanî li Universîteya Stenbolê xwendibû, Universiteya Berkeley li California jî master kiribû. Di rojnameyên weke, Rojname, Ozgur Gundemê de, di Radyoya Dengê Emerîka Beşê Kurdî û di Televizyona Kurd 1ê de xebitîbû. Û ji bo naberkariya rêxistinên xêrxwaz ên weke Medecins du Monde/Doktorên Cîhanê û Medecins Sans Frontières / Doktorên Sînornenas bike li bajarê Dunkerquê bû. .

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin