Erdogan:Emê di Adarê de Dest bi Sistkirina Qedexeyên COVID-19 Bikin

Erdogan:Emê di Adarê de Dest bi Sistkirina Qedexeyên COVID-19 Bikin

.

A+A-

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku ewê tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona ji Adarê ve bajar bi bajar rakir û vegerîn jiyana normal.

Hevdem, Erdogan ragihand ku ewê qedexeyên derketina derve ya li seranserê welêt li hin li gor rêjeyên bûyerên COVID-19 rakin.

Tirkîyê jiber zêdebûna bûyerên COVID-19 di Berfanbarê de qedexeya derketina ya dawîya hefteyê û pîvanên din dîyar kiribû.

Tirkîyê, plan dike ku di 1'ê Adarê de li seranserê welêt dibistanan jinûve veke.

Herwiha li welat heya niha nezî 5.7 mîlyon welatî bi vaksîna Sinovac Biotech ya Çînî, hatine derzî kirin.

Erdogan piştî civîna kabîneya xwe ya li Enqereyê axifî, Erdogan got ku plansazîya jibo jinûve vekirina kafe û xwaringehan, ku bi mehan e hatine girtin, dê di rojên pêş de were ragihandin, û ji hemwelatîyan xwest ku pabendî pîvanan bin.

"Emê heremên xwe li gor rêjeyên pêketin û vaksînkirinê wek asta rîska kêm, navîn, bilind û pir bilind dabeş bikin. Ji Adarê ve, em dest bi pêyvajoya normalkirina gav bi gav dikin, ” Erdogan got.

Tirkîyê ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve zedetirî 2.6 mîlyon bûyer û nêzî 27.000 kuştinên jiber nexweşîya COVID-19 ragihandiye.

Tevî ku bernama vakînkirina COVID - 19 meha borî dest pê kir, bûyerên nû yên rojane ku di navbera 6.000 û 8.000 de tê ragihandin, dibe sedema fîkaran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin