Erdogan, Zelensky û Guterres li bajarê Lviv ê Ukraynayê civiyan

Erdogan, Zelensky û Guterres li bajarê Lviv ê Ukraynayê civiyan

.

A+A-

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro 18ê Tebaxê ji bo hevdîtina ligel Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres serdana Ukraynayê kir.

Hat ragihandin ku hevdîtina Erdogan, Guterres û Zelensky bi mebesta bi rêyên dîplomatîk dawîanîna şerê ligel Rûsyayê pêk tê ku artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibata borî ve êrîşên ser Ukraynayê didomîne û beşek ji welat jî dagir kiriye.

Civîna sêqolî ya Erdogan, Guterres û Zelensky dema ev nûçe dihat amadekirin berdewam dikir.

Erdogan piştî êrîşên Rûsyayê ji 24ê Sibatê ve, cara yekem e serdana Ukraynayê dike.

Beriya civîna sêqolî li bajarê Lviv ê Ukraynayê Erdogan bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelensky re li Koşka Potoçkî civiya.

Di şanda Tirkiyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kirişcî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Berdevkê AKPê Omer Çelîk cî digirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin