Erdogan: Tiştek bi navê 'Pirsgirêka Kurd' li Tirkiyê nema ye!

Erdogan: Tiştek bi navê 'Pirsgirêka Kurd' li Tirkiyê nema ye!

.

A+A-

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê beşdarî vekirina piştî bêhnvedanê ya parlamentoya Tirkiyê bû û gotarek pêşkeş kir Erdogan daxwaz ji parlamentoyê kir, ji bo sala 2023yan anga sala ku hilbijartin bêne kirin destûreke bingehîn a nû amade bike. Erdogan li ser mijara pirsa Kurd jî got ku wan ew mesele çareser kiriye û ti tiştek bi navê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê nema ye.

 

Erdogan got, “Heger mimkun be, destûreke nû ya bi lihevhatina meclîsa me bê amadekirin, wê bibe diyariya herî baş a 2023an ku em dikarin bidin gelê xwe. Partiyên koma wan li parlamentoyê heye, divê pêşniyarên xwe yên destûrê bi raya giştî re parve bikin. Ez dixwazim ji niha ve spasiya her kesî bikim ku dê di pêş de piştgirî û hevkariya pêşniyara me ya destûrî bikin.”


Serokomarê Tirkiyê li ser mijara pirsa Kurd jî wiha axivî: “Me pirsgirêka bi navê Pirsgirêka Kurd, ku ji aliyê hemû beşan ve tê istismarkirin, ji hemû aliyan ve ji maf û azadiyan heya geşepêdanê, çareser kir.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin