Erdogan li gel du serkirdeyên Sunne yên Iraqê civiya

Erdogan li gel du serkirdeyên Sunne yên Iraqê civiya

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan li Enqerê li gel her du serkirdeyên Sunne yên Iraqê, Mihemed Helbûsî Serokê Hevpeymaniya Teqedum û Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Ezim civiya.

Erdogan duh Duşemê li ofîsa xwe li Enqerê di du dîdarên cuda de pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum û Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Ezim, Xemîs Xencer kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê belav kiriye, ku civîna Erdogan li gel herdu serkirdeyên Sunne yên Iraqê dûr ji çavên kamerayan bûye.

Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê li gel du serkirdeyên Sunne yên Iraqê di demekê de ye, ku tenê 5 roj bo lidarxistina hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê mane, ku biryar e di 10ê Cotmehê de birêve biçe.

Têkildarî hevdîtina xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyê, Xemîs Xencer di twttîkê de civîn wek “civîneke giring” bi nav kiriye û ragihandiye, wan behsa rewşa navçeyê û giringiya pêwendiyên aborî yên di navbera Iraq û Tikriyê de kirin ji bo seqamgîriya aboriya Iraqê.

Xencer amaje bi wê yekê kiriye, ku herdu aliyan bikaranîna sînorên navbera Iraq û Tirkiyê ji bo çalakiyên çekdarî red kirine û diyar kir: “Em bi tundî bikaranîna sînorê Iraqê ji aliyê rêxistinên terorîst û bi armanckirina axa Iraq û Tirkiyê red dikin.”

Wî serkirdeyê Sunneyên Iraqê herwiha gotiye, di hevdîtina li gel Erdogan de wî daxwaza nehîştina vîzeyê di navbera Iraq û Tikriyê de kiriye. Têkildarî wê yekê Xencer dibêje: “Her di vê hevdîtina xwe ya li gel Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê de li ser navê biratiya navbera herdu gelên me, me daxwaza nehîştina vîzeyê kir di navbera Iraq û Tirkiyê de, her di van çend rojan de rêkarên pratîkî destpê dikin jibo kêmkirina astengên li ser geştkirinê bi taybet bo nexweşan, xwendekaran, rewşên mirovî û weberhêneran.”

Malpera fermî ya Serokatiya Tirkiyê jî wêneyên herdu hevdîtinên Erdogan li gel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer belav kiriye, bêyî ku ti hûrgiliyên van hevdîtinan aşkere bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin