Erdogan: Em kengî bixwazin vedikişin!

Erdogan: Em kengî bixwazin vedikişin!

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser biryara xwe ya bi navê serokomariyê ya derketina ji Peymana Stenbolê ya bo tundiya dijî jinê û zayendan daxuyanî da.

Erdogan îro piştî nimêja înê, li ser vekişîna ji peymana Stenbolê ku ji aliyê welatên Rojavayî û opozîsyona navxwe ve rexneyên tund têne kirin got ku ew kengî bixwazin peymanê qebûl dikin yan jî jê derdikevin û ev kar li vir qediya ye.

Erdogan herwiha li ser daxuyaniyên opozîsyona Tirkiyê yên derbarê neqanûnîbûna vekişîna ji peymana Stenbolê û pêwîstiya biryara parlamenê jî got, ev ne biryareke parlamen bistîne ye, ew tiştekî nizanin.

Serokomarê Tirk li ser dabînkirina û berdewama helmeta lêdana derziya koronayê jî got, ew çaverê dikin ku proseya derzîkirinê di mehên Gulan û Hezîranê de bidawî bikin û hêvî dikin bi awayekî aram derbasî werza havînê bibin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin