Erdogan: Em bi îstifaya Serac xemgîn bûn…

Erdogan: Em bi îstifaya Serac xemgîn bûn…

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 18ê Îlonê piştî nimêja Înê daxuyanî dan.

A+A-

 

Erdogan li ser biryara karvekêşanê ya Serokwezîrê Hikûmeta Wîfaq ya Libyayê Fayez es Serac ku piştevanê wî yê herî xurt bû wiha got: 

“Bi vê nûçeyê em xemgîn bûn. Bi destwerdana me ya Terablûsê Serac û tîma wî ji dagirkeriya Hefter rizgar bû. Piştî vê nûçeyê me hin agahiyê gihandin Serac. Di nava vê hefteyê de dibe şandên me bi Wîfaqê re hevdîtinan bikin ji ber ku em dixwazin bi vî awayî rewşê bixin xeta ku em dixwazin.”

Erdogan li ser rawestandina xebatên lêgerîna gazê ya keştiya Oruç Reîs ku piştî wê danûstandinên ligel Yûnanistanê ber bi asayîbûnê ve çûbûn jî got, wê piştî xebatên çakkirina keştiyê erka xwe ji cihê mayî berdewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin