Erdogan banga boykotkirina malên Fransayê li xelkê Tirkiyê kir

Erdogan banga boykotkirina malên Fransayê li xelkê Tirkiyê kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, banga boykotkirina malên Fransayê li hemwelatiyên xwe kir.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje nerazîbûna xwe derbarê daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman û wiha axivî: "Dijmintiya Îslam û Misilmanan, li hin welatên Ewropayê bûye weke polîtîkaya ku serokê dewletê bixwe piştgiriyê didê. Nijadperestî û dijminatiya Îslamê kî dibe bila bibe, wezîfe û meqama wî çi dibe bila bibe, nexweşiyeke derûniyê ye ku aqil û wîcdanê tune dike. Ji ber teşwîqkirina Serokê Fransayê yê ku ji hêla hiş va mihtacî kontrolê ye van êrîşan dest pê kir. Ez weke serokomarê welatekî ku 6 milyon merivên wî li Ewropayê dijîn, dixwazim hişyariyeke wiha bidim mixatabên xwe; heke hûn Misilmanan bikin dijminê xwe, ti tiştekî ku hûn bi dest bixin tuneye. Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin."

Demeke nakokî di navbera Serokkomarê Fransayê û Emmanuel Macron û Serokkomarê Tirkiyê de derketiye û ji ber wan nakokiyan Fransa konsolê xwe yê li Enqerê vegerandibû Tirkiyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin