YPJ pêşniyareke nû pêşkêşî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê dike

YPJ pêşniyareke nû pêşkêşî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê dike

.

A+A-

Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn ragihand, wan pêşniyara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo naskirina wan wek "hêza asayîşa navxwe" red kiriye. Efrîn tekez kir, wan daxwaz kiriye YPJ wek "lîwayeke taybet" parastina herêmên xwe bigire ser milê xwe.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, di paneleke Peymangeha Aştiyê ya Kurd de aşkere kir, di civînên bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê re, wan pêşniyar kiriye ku YPJ di nav artêşa Sûriyeyê de wek "lîwayeke taybet" bimîne. Armanca vê pêngavê ew e ku YPJ bi awayekî fermî erkê parastina herêmên xwe û parastina destkeftên jinan bigire ser milê xwe.

Lêbelê, fermandara YPJê diyar kir ku berpirsên Şamê tenê pêşniyara tevlîbûna di nav "hêzên asayîşa navxwe" (polîs) de kiriye. Efrîn got: "Me ev merc red kir. Hebûna YPJê wek hêzeke serbazî ya xwedî ezmûna 14 salan, mîsogeriya aramiyê ye ji bo hemû jinên Sûriyeyê."

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku bêyî naskirina nasnameya serbazî ya jinan, ti serkeftin di pêvajoya aştiya Sûriyeyê de nayê bidestxistin. Herwiha bang li hikûmeta Şamê kir ku mafên yasayî û siyasî yên jinan di nav artêşê de qebûl bike. 

Her wiha Fermandara Giştî ya YPJê eşkere kir ku wan ev mijar bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re jî gotûbêj kiriye û diyalogên wan berdewam in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin