Swîsreyê cezayê li ser hinek saziyên Sûriyeyê rakir

Swîsreyê cezayê li ser hinek saziyên Sûriyeyê rakir

.

A+A-

Swîsreyê cezayên li ser 7 sazî û dezgehên Sûriyeyê rakirin.

Di nav wan saziyên ku cezayên li ser wan hatine rakirin de saziyên îstixbaratê jî hene.

Sekreteriya Dewletê ya Kar û Barên Aborî ya Swîsreyê (SECO), di pergala cezayên li ser Sûriyeyê de guhertinek ragihand.

Bi vê ngavê re, agahiyên 18 kes û 4 saziyan hatin nûkirin.

Her wiha 7 saziyên Sûriyeyê jî bi temamî ji lîsteya cezayan hatin derxistin.

Cezayên li ser kîjan saziyan hatin rakirin?

Li gorî biryarê, ew sazî û dezgehên ku ceza ji ser wan hatine rakirin ev in:

Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Parastinê, Birêvebiriya Îstixbarata Asmanî, Birêvebiriya Îstixbarata Giştî, Îstixbarata Leşkerî, Ewlehiya Siyasî û Peymangeha Bilind a Zanistên Sepandî û Teknolojiyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin