Erdhejê cihê jineke Kurd a Êzidî eşkere kir

Erdhejê cihê jineke Kurd a Êzidî eşkere kir

.

A+A-

Jina Kurd a Êzidî Zêrî Xelef a ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, heta niha ti zanyariyek li ser wê nebûn lê piştî ku erdhejê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hejand, di vîdeoyeke 17 çirkeyî ya televîzyoneke Rojavayê Kurdistanê de derdikeve, xizmên wê di wê baweriyê de ne ku ew Zêrî ye û ofîsa rizgarkirinê jî dibêje, ew li ser xetê ne û li wê digerin.

Kurê Zêriyê, Îbrahîm Îdo wê vîdeoya diya xwe vedike û digirî, ew dixwaze tiştekî li ser wê bibihîse. Îbrahîm tenê du salî bû dema li Şingalê ji dayika xwe cuda bû û nêzî neh salan e ew nedîtibû.

Xalê Îbrahîm jê re gotiye, “Ew dayika te ye” ji wê demê ve ew nikare hêsirên xwe rawestîne. Li gorî gotina Xalê Îbrahîm, di dema erdheja duyemîn a Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de dema ku xelkê malên xwe vala dikirin, xwişka wê di vîdeoyekê de derketiye.

Kurê Zêriyê, Îbrahîm Îdo bi çavên girî ji Rûdawê re got, “Ez dixwazim dayika min vegere, ez dixwazim dê û bavê min vegerin.”

Zêrî û hevjîna xwe, 2 zarok û hêwiya xwe bi giştî 5 kes di sala 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî winda ne û di nav wan de Îbrahîm û 3 zarokên din hatin rizgarkirin.

Birayê Zêriyê Xelîl Xelef anî ziman, “Nîşaneyên wê ne ku ew jî wek min hinekî kurt e, hinekî ji min kurttir e. Gava radibû destê xwe dadanî ser gurçikên xwe, romatîzm li lingên wê heye loma dema ku dimeşe lingên wê jan didin.”

Ji bo ofîsa rizgarkirina revandiyên DAIŞê, vîdeo destpêkeke baş e ji bo rizgarkirina Zêriyê.

Serokê ofîsa rizgarkirina revandiyan Husên Qaîdî got, “Dema ku ew vîdeoya derket, me yekser peywendî bi çavkaniyên xwe yên Rojavayê Kurdistanê re kir ku lêkolînê li ser mijarê bikin, me careke din peywendî bi malbata wê re kir, dema wan tekez kir ku ya di vîdeoyê de xuya dike keça wan e, me yekser ji çavkaniyên xwe re ragihand ku lêkolînê bikin.”

Di karesata 3ê Tebaxa 2014an de ku DAIŞê Şingal dagir kir û di nav 12 rojan de, 6 hezar û 417 keç û jinên Kurdên Êzidî revandin û heta niha 3 hezar û 562 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin