ENKSê banga berdana Hemîd Îde û hemû girtî û revandiyan kir

ENKSê banga berdana Hemîd Îde û hemû girtî û revandiyan kir

.

A+A-

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser girtiyên endamên partiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê îro 1ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir.

ENKSê bi taybet banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û da zanîn, PYD li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e.

Di daxuyaniya ENKSê hat gotin: “Hevdem e ku welatiyên Kurd di rewşeke aborî û ewlekarî ya xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên tirsandin, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn.”

ENKSê da xuyakirin: “Di 12 meha Hezîrana borî de Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriya Hemîd Merwan Îdê, li bajarê Amûdê, rastî berdana guleyan û hewla kuştinê hat, piştre hat revandin û otomobîla wî hat desteserkirin, tevî bangên serbestberdanê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa aborî ya têkçûyî, dinalin.”

ENKSê kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya deshilatdar a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, bi tundî şermezar kir û banga diyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê û hemû girtiyan kir.

Herwiha ENKSê bang li aliyê Amerîkî jî kir ku erk û berpirsyariya xwe bicih bîne û fişarekê li rêveberiya PYDê û HSDê bike, da ku dest ji van kiryaran berdin û êdî her kesekî ku ne di nêrîna PYDê de be, neyê girtin û revandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin