ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike

ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike

Şanda serokatî û pêwendîyên derve ya ENKSê ku serdana çend welatan kiribû, vegerîya Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê û piştî vegera vê şandê, ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike.

A+A-

Şanda serokatî û pêwendîyên derve ya ENKSê ku serdana çend welatan kiribû, vegerîya Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê û piştî vegera vê şandê, ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike. Endamê şandê, Fêsel Yûsif jî ji Rûdawê re dibêje, serdana şanda ENKSê bo derve hem li ser daxwaza Ewropî û Amerîkîyan bû û hem jî di plana ENKSê bi xwe de hebû.

 

Piştî vegera şandeya ofîsa serokatî û pêwendîyên derve ya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê ji Ewropayê, şande li gel nûneratîya ENKSê li Başûrê Kurdistanê zincîre civînan li dar dixe.

 

Li gor berpirsên ENKSê, di civînan de dê rewşa siyasî û pêşhateyên herî dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin. Herwiha dê li ser encamên hevdîtinên şandeya ENKSê li gel berpirsên çend welatên Rojava derbarê krîza Sûriyê bi giştî û rewşa gelê Kurd li wî welatî bi taybetî bê rawestan.

 

Rêveberê Polîtboruya PDK-Sê û endamê ofîsa serokatiya ENKSê, Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got, ku dixwazin ku biryara navdewletî ya hejmar 2254 ku mijara destûrê li xwe digire, bê cîbicîkirin.

 

Mihemed Ismaîl herwiha got, xaleke din ku ENKS giringîyê dide wê, destûra nû ya Sûrîyê ye û da xuyakirin, ku wan weke ENKS nûnerên xwe di komîteya destûrê de diyar kirine.

 

Bi gotina Mihemed Ismaîl, wan têkilî bi hemû aliyan re kiriye, ji bo ku di destûra nû de piştgirî li mafên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

 

Şandeya ENKS demekê li çend welatên Ewropayê mabû û ligel hin berpirsên wan welatan civîyabû. Endamê şandeyê, Fêsel Yûsif ji Rûdawê re behsa naveroka wan civînan kir.

 

Fêsel Yûsif diyar kir: “Em weke desteya serokatîyê û weke ofîsa têkilîyên derve, hin vexwandin hebûn ji alîyê Ewropîyan ve û herwiha me jî dixwest bi taybet Ewropîyan û Amerîkîyan jî bibînin. Ew jî bi kar hat, her wext em nerîna xwe weke Encûmena Niştimanîya Kurd digihînin, divê piştgirîya me bê kirin di mijara mafên milletê Kurd di destûra Sûrîyê de.”

 

Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê, ku 2 endamên wê wek berbijêr ji bo komîteya destûrî ya Sûrîyê hatine qebûlkirin, dibêje ku ew dixwazin nûnertîya gelê Kurd di komîteyê de bikin.

 

Lê Rêveberîya Xweser ku xak û desthilata Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ye,  ragihandîye ku ew danpêdanê bi ti destûrekê nakin, eger ew beşdarî dariştina wê nebin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin