ENKS: Binpêkirinên herî hovane li Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin

ENKS: Binpêkirinên herî hovane li Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin

ENKS: Binpêkirinên herî hovane li Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin

A+A-

Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek di salvegera duyem a êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî de belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî dike, grûpên çekdaran ji Serê Kaniyê û Girê Sipî derbixin û rê ji bo vegera koçberan xweş bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro daxuyaniyek di salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên opozîsyona Sûriyê li ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, artêşa Tirkiyê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî ji PKKê, êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kir. Bi vê êrîşa Tirkiyê re, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê jî êrîş kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Ji ber operasyonên leşkerî, bi dehan xelkê herêmê ji hemû pêkhateyan, neçar bûm koçber bibin. Ew di heyama du salên borî de jî di rewşeke xirap de dimînin.

ENKSê tekez kir, grûpên çekdaran binpêkirinên herî hovane li dijî sivîlan kirin, ji dizî û talankirina mal û milkên wan û heta cihên şûnwarî û perestgehan. Herwiha gelek welatiyên Kurd ên di malên xwe de man jî revandin û dan bin eşkencedanê ku vê yekê jî hîşt ewên mane jî koçber bibin.

ENKS dibêje, tevî nerazîbûn û şermezarkirina rêxistinên mirovî, navdewletî û Kurdî ji van binpêkirinan re, lê ew binpêkirin nehatin rawestandin û ne dewleta Tirkiyê û ne civaka navdewletî, rê li ber wan binpêkirinan girtin.

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Rapora Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ew û binpêkirinên ji aliyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve li herêmên Kurdî hatine kirin, wekî tawanên şer bi nav kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS di salvegera duyemîn a vê êrîşê de, tawan û binpêkirinên li ser xelkê Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin, bi tundî şermezar dike û bang li civaka navdewletî û dewletên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê û di serî de Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dike, grûpên çekdaran ji herêmê derbixin, rê ji bo vegera koçberan xweş bikin, rêveberiya wan herêman radestî xelkê wê bikin û tawanbaran bidin dadgehan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin