Endamên Kongreya Amerîkayê daxwaz kirin F-16an nefroşin Tirkiyê

Endamên Kongreya Amerîkayê daxwaz kirin F-16an nefroşin Tirkiyê

.

A+A-

Li Amerîkayê, hinek endamên kongreyê ji Wezîrê Derve Anthony Blinken daxwaz kirin balafirên F-16 nefroşin Tirkiyê.

Li gor medya Tirkiyê, li Amerîkayê endamên kongreyê Chris Pappas, Gus Bilirakis û Carolyn Maloney ji Anthony Blinken re name şandin û Konseya Rêbertiyê ya Amerîkan a Helenik (HALC), Komîteya Cihû ya Amerîkan (AJC) û rêxistinên Ermenî, Hind û Kurdan jî piştgiriya wan dikin.

Endamên Kongreya Amerîkayê di nameya xwe de gotin “Ji ber ji Rûsyayê S-400 kirîne cezayên CAATSA bi ser Tirkiyê de hatine sepandin û firotina F-16an bo Tirkiyê dê derbarê siyaseta Amerîkayê de bibe sedema gumanê û di heman demê de rîsk e.”

Di nameyê hat ragihandin, Tirkiyê di serê vê mehê de daxwaza kirîna 40 balafirên F-16 û modernîzasyona 80 balafirên berê kirîbûn kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 17ê Cotmehê got: “Em ê bi F-16yên nû fîloya xwe berfireh bikin.”

Endamên Kongreyaê dibêjin “Piştî daxwazên Tirkiyê di medyayê de bi berfirehî cih girtin û daxuyaniyên Serokomar Erdogan bi xwe, em li dijî egereke firotinê dijayetiya xwe tînin ziman.”

Li gor nûçeya Reutersê, Tirkiyeyê ji bo kirîna 40 balafirên şer ên F-16 û nêzî 80 kîtên nûjenkirina balafirên şer ên artêşê serî li Amerîkayê daye.

Ji bo ku pêşniyara Tirkiyeyê ya ku di 30ê Îlonê de pêşkêş kiriye bê qebûlkirin, divê ji aliyê Wezareta Derve û Kongreya Amerîkayê ve jî bê pejirandin.

Enqerê berê siparîşa zêdetirî 100 balafirên şer ên F-35 dabû, lê di sala 2019 de piştî ku ji Rûsyayê sîstema berevaniya mûşekên S-400 kirîbû, ji aliyê Amerikayê ve ji bernameya F-35an hatibû derxistin.

Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di van salên dawîn de ji ber nêzîkbûna Enqerê ya bi Moskowê re, çalakiyên neft û sondajê yên li Derya Spî, doza Halkbankê û geşedanên li Sûriyê aloz bûne.

Pispor di wê baweriyê de ne ku serlêdana Tirkiyeyê ya ji bo F-16an, bi qasî 6 mîlyar dolarî, dê neyê qebûlkirin.

Balafirên şer ên F-16 û F-35 ji aliyê kompaniya Lockheed Martin Corp (LMT.N) ve têne çêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin