Endamên Kongresê Dixwazin ku Trump Vexwendina Erdogan Betal Bike

Endamên Kongresê Dixwazin ku Trump Vexwendina Erdogan Betal Bike

Endamên Kongresê berî serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bo Washingtonê bertekan nîşan didin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hin endamên Kongresê bi pêşengîya Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran Eliot Engel ji Serok Donald Trump re nameyek nivîsîn Û ji wî xwestin ku vexwendina Erdogan bi şûnde vekişîne.

Di nameyê de hat gotin ku ‘’Operasyona xwînî ya Erdogan ya li Sûrîyê dimeşîne bo herêmê bêîstiqrarîyê çêdike û ewlekarîya neteweyî ya Amerîka diavêje metirsîyê’’

Endamên Kongresê dîyar kirin ku hêzên Tirkan li Sûrîyê sîvîl kuştine û herwiha bi kuştina endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ‘’ku yek ji hevalbendên girîng yên Amerîka ye’’, kir ku pirtirê 100,000 kes koç bikin.

Wan herwiha bi bîr xist ku Tirkîyê sîstema Amerîka red kiriye û li şûna wê ji Rûsya S-400 sitandine û bal kişandin ser karên sondajê yên Tirkîyê yên li Derya Sipî.

Endamên Kongresê dan zanîn ku wan di rojên borî de bernivîsa dijî Tirkîyê pejirandine û dîyar kirin ku bo serdana Erdogan niha ne dema rast e.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin