Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê civiya

Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê civiya

.

A+A-

 Li New York a Amerîkayê, roja Çarşemê 29ê Hezîrana 2022an civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî derbarê Sûriyê de hate lidarxsitin.

Di civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî de, şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkêş kir.

Geir Pedersen girîngiya dirêjkirina biryara vekirina deriyên sînorî, li ber derbaskirina alîkariyan, bi rewşa abûrî, ewlehî û rêveberî ya zehmet a Sûriyê ve, girêda.

Her wiha daxwaz ji Encûmena Asayişê kir ku girîng e biryara rêdana derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, heta 12 mehên din bê dirêjkirin.

Her wiha di civînê de nûnerê Tîma Hawarçûnê ya Sûrî daxwaz kir ku givaş li ser Rûsya bê dirustkirin ji bo erêkirina dirêjkirina dema biryara berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê.

Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gier Pedersen got, “Hevdem ligel pêwîstiya zêde ya xelkê bi alîkariyên mirovî, girîng e Encûmen vê biryarê heta 12 mehên din dirêj bike. Her weke ku sekreterê giştî nîşan pê daye, ev erkekî exlaqî ye, di demekê de ku bêserûberî li cîhanê hene, êdî yekbûna Encûmenê derbarê dozên mirovî li Sûriyê wê nîşanê bi wê yekê bide ku xwediyên berjewendiyên sereke, di vê milmilaniyê de, dikarin aliyên sereke yên doza Sûriyê, ji nakokiyên xwe yên li deverên din ên cîhanê, biparêzin û hevalîkar bin.”

Ji Tîma Hawarçûnê ya Sûrî Omer Alshogre anî ziman, “Sê rêkar hene tu dikarî bi wan rabî ji bo tu ji welatiyên xwe re bisepînî ku tu guhdanê bi mafên mirovan dikî, û azarkêşiya gelê Sûriyê sivik dikî. Yekem: Dirustkirina guşarê li ser Rûsya ji bo firehkirin û vekirina deriyê Bab Elhewa û vekirina hemû deriyên sînorî yên din li ber alîkariyên mirovî.”

Amarên herî nû yên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku pêwîstiya 14 milyon û 600 hezar kesî li Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye û tê texmînkirin ku asayişa xwarinê ya 12 milyon kesî di metirsiyê de be.

Neteweyên Yekbûyî dibêje di sala 2021an de, wan her mehekê, alîkariyên mirovî gihandiye 7 milyon û 300 hezar kesî li Sûriyê ku dike 50% ji wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hebû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin