Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e!

A+A-

Kişik(santranc), lîstikek şer e. Di navbera du kesan de têt lîstin. Her alîyek, wekhev xwedî şanzdeh keviran e. Di sira paşîn de heyşt kevir hene û her kevirekî jî paye û rolek wî heye. Sira pêşîn jî, heyşt kevir in û peyayên şerin. Yanî „pîyon“ in. Di vê lîstikê de armanc, desteserkirina „Melik-Şah“ e. Hemû pîlan û stratejîyên vê lîstikê, rolên kevirên ser sahê, di vê armancê de, ji bona desteserkirina „Melik“, an jî parastina „Melik“ têt bikaranîn.

Ji roja ku Sûrîye ket navşerekî navxweyî û heta niha li ser sahê lîstikek berdewam e.

Aktorên cîhanî û yên herêmî, wek lîstikek kişika ku desteserkirina „Melik“ ji xwe re kirine armanc; li sersahê, qadaşer û sengerên şer xwedî kirin û îdare kirin. Ji xwere hêz berhev kirin, pir biçek kirin û saha şer de hewl li ser hewlêdan xwe, ku ji bona berjewendîyên xwe, di armancên xwe de serkevtî bibin.

Li ser saha Sûrîye lîstik pir ajot, pir dem xwar. Di vê dema dirêj de bi sed hezaran mirov hatin kujtin. Bi milîyonan mirov bê war û mal man, koçberbûn, bûn penaberên welatan.

Hêzên ku dixwestin rejîma Sûrîye biguherînin û „Melik“ desteser bikin, di vê dema dirêj ajotî de bûn hêzên şer yên wekaletê û xwezî û armancên wan wenda bûn. Ji xwestinek rewa, derbasî astek wahşî-barbarî bûn. Ji xwestina rejîmek rewa, derbasî armancek talankar,  kujer û terorîbûn. Ji dîktatorîyek BAAS’i xwestin derbasî dîktatorîyek olî-îslamî bibin.(!)

Lîstik pir dirêj ket, temaşevan jî beşdarî lîstikê bûn û li ser sahê, kujtin, revandin, talan, koçberî, bikaranîna çekên kîmyewî,  dest dirêjîya jinê bûn karesatên rewa. Zilm û zordarî, koçberî, bûn perçên jîyana rojane.

Bi sed hezaran mirov di kampên koçberan de bi jin, zarok, kal-pîr û nexweşên xwe re di mercên nemirovî de jîyana xwe dom dikin. Sazîyên navnetewîyên „parêzerên mafê mirovan“ bêdeng man. Di şer de bikaranîna her çekê „qedexekirî“ rewa bûye. Çavê xwe ji karesatên xwe yên nemirovî re digirin, kirinan vedişêrin û hestên mirovî binpê dikin.

Li berçavên cîhanê, van karesatên nemirovî vedişêrin û li ser berjewendîyên xwe, yên hevpar hûr hûr dibin. Mirin, kujtin, talan,  koçberî, kujtina zarok û jinan, guhertina demografîya herêman ji wan re, ji bona armancên ser sahê, wek fedakirina pîyonek „kişik“ê hêsan bûye.

Di 13.11.2019an de Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokkomarê Tirkîye Tayip Erdoğan li Koşka Spî konferensek çapemenîyê lidarxistin.  Konferens, lîstikek şanoyê bû. Armanc,  parastina hevparîya herdû dewletan li ser saha Sûrîyê bû. Ji bona vê armancê, veşartina kar û karesatên dewleta tirk li hember Kurd û Kurdistan bû.

 

thumbs-b-c-0cf4b97d7b6684d68927dae5349d4834-001.jpg

 

Dewleta tirkan, bi tank, top û belafirên şer, bi hevalbendîya hêzên Îslamîst yên tûndrev êrîşanî ser xaka Kurd û Kurdistan. Bajarok û gundên kurdan bombe kir. Çekên kîmyewî bikaranî. Bû sebebê kujtina bi sedan zarok, jin û mirovên bêçar, bêparastin. Hevalbendên xwe yên tundrev berda pêsîra kurdan û bi sed hezaran Kurd ji ber van barbarîyên dewleta Tirk û hevalbendên wan axa xwe terkkirin û koçber bûn. Di çilê sala 2019 an de, bi zar û zêçên xwe ra serî trajedîyek mirovî bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di konferansa KoşkaSpî a çapemenîyê de, navê vê êrîşa ser Kurdan kir „agirbest“ û got; „Tirkiye dê bi rêkeftina agirbestê ya li bakurê Sûriyê pêbendbe û pêwendiya wan a baş bi Kurdan re heye.“(!)

Na vê vê êrîşa barbarîya dewleta tirk û ya hêzên tûndrev li ser xaka Kurd û Kurdistan, Çawa û ji bona çi dibe rêkeftina agirbest“ê û ev êrîş û karesatên dewleta tirk ji terefê Emerîka de rewa tên dîtin?

NATO di van rojên pêşîya me de 70 salîya xwe pîroz dike!

Li ser NATO, rolê NATO û hebûna NATO jî giftûgo dest pê kirîye:
Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, di daxûyanîya xwe de got; "NATO ketîye ber sikratê û ji hêla me jî de mirîye"(!)

Wezîrê Derveyê Emerîka Mike Pompeo jî, di daxûyanîya xwe de got; "Heger ku endamên NATO, bê ku divêtîya çavkanîyên NATO çareser bikin, sozên ku dane neynin cîh û bixwazin ji parastina NATO fêdê bibinin, dibe ku NATO bê bandor bibe, yan jî dema NATO biqede."(!)
Ev daxûyanî didin nişan ku NATO di bin bandorek xerab de ye û çareserî bi neşterek bijîjkî heye. Dibe ku NATO li ser maseya emelîyatê jî bimîne. Rewşa NATO û armancên NATO, bi sedan caran eşkere kirîye ku NATO ne hêzek adîl û kêmqelsan naparêze. Armanca NATO, parastina neheqî û statûya li ser erdêye. Ev jî ji miletên bindest, bêdewlet re rewa dîtina zilm û zorêye.


 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê konferansa çapemenîya Koşka Spî de ragihand ku; „Tirkiye hevpeymaneke NATO ye û hevpeymanîya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ji bo NATO û Rojhilata Navîn girîng e.“

Eynî Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de radigihîne ku; „pêwendiyeke wan a baş bi Kurdan re heye û rola Kurdan a gelek mezin di şerê li dijî DAIŞê de hebû.“

Kurd, raserî êrîşên dewleta tirkan tên. Ax û malên kurdan talan dikin. Ji ber van êrîşên tirkan bi sed hezaran Kurd, axa xwe terikandine û bûne tengezarê çolên ereban. Dewleta tirkan endamê NATO ye. Çawa dibe ku, Emerika hin „dostê kurda“ ye û hin jî „dostê tirka“ye?

Di eynî konferansa çapemenîyê a Koşka Spî de, serokkomarê Tirkîyê T. Erdoğan li nav çavê çapemenîyê yê cîhanê mêze dike û dibêje; „ewê 2 milyon penaberên Sûrîyên li Tirkiyê ne, li deverên cudayên bakurê (Rojavayê Kurdistan)Sûriyê bicih bike“ û aşkere kir,  „welatê wî 365 hezar penaber vegerandiye Cerablusê.“

Yanî Tirkîyê di pejirîne ku li ser axa kurdan ya Efrîn û Cerablûs 365 hezar ereb bicîh kirîye û demografîya van herêman guhertîye.  Niha jî wê Girê Spî û Serê Kanîyê jî bike wek Efrîn û Cereblûs! „ewê 2 milyon penaberên Sûrîyên li Tirkiyê“ li ser axa kurdan bicîh bike!

Ne ji berdevkên Emerîka, ne ji endamên NATO, ne ji YN, ne ji YE û ne ji çapemenîya cîhanî deng dernakeve û napirsin hûn kê li ser axa kê bicîh dikin?

Tirkîye çima kurdan ji axa wan dûr dixe û ereban tîne li ser axa kurdan bicîh dike?

Armanc ewe ku di „çareserkirina nexşeya Sûrîyê“ a nû de kurdan bêax û penaber bihêle!

Pejirandina vê projeya tirkan, pejirandina jenosîdek nû ye li ser kurdan. Pejirandina guhertina demografîya Kurdistan bi xwe ye! Divê Kurd rê nedin vê projê.

14.11.2019

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin