“Emê pirsa doza girtina partîyên Kurdistanî li Parlamentoya Swêdê bînin rojevê”

“Emê pirsa doza girtina partîyên Kurdistanî li Parlamentoya Swêdê bînin rojevê”

Wefda ji PSK û PAKê pêkhatî li parlamentoya Swêdê bi parlamenterên Sosyal Demokrat re civînek pêk anîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wefda ji PSK û PAKê pêkhatî li parlamentoya Swêdê bi parlamenterên Sosyal Demokrat re civînek pêk anîn. Parlamenterên Sosyal Demokrat gotin emê pirsa Kurdistana Bakur bi giştî û pirsa girtina partîyên Kurdistanî bi taybetî, 12ê sibatê bînin rojeva parlamentoyê.

Îro ji nûnerên PSK û PAKê pêkhatî weftek li parlamentoya Swêdê bi parlamenterê Sosyal Demokratan Anders Östberg û Kadir Kasirga re civînek pêk anî. Anders Östberg di Komîsyona Parlamentoyê ya Kar û Barên Derve de, Kadir Kasirga jî Komîsyona Sosyaldemokratan a Rojhilata Navîn de cî digire.

Di civînê de wefda PSK û PAKê li ser rewşa Kurdistanê bi giştî rawestîya, dû re bi teybetî li ser rewşa bakurê Kurdistanê bi hûrgilî agahdarî da. Partîyên Kurdistanî heta nuha bi navên xwe di Komara Tirkîyê de tu car derfeta ku legal xebatê bikin nedîtine. Cara yekem piştî 2014 an çar partîyên sîyasî ku bêjeya Kurdistanê di navê partîya wan de heye, derfet dîtin ku derkevin qada sîyasî ya legal. Mixabin nuha herçar partî jî, li ber xetera girtinê ne.  Mehkemeya Qanûna Esasî kîngê bixwaze dikare biryara qedexekirinê bide. 

Wefda PAK û PSKê her weha bi berfirehî qala rewşa nuha ya bakurê Kurdistanê kir, li ser qayyum û girtinên Kurdistanîyên sîyasî kirin û gotin kurdên Diaspora jî ji girtin û tehdîtan dibînin. Nuha gelek kurdên diaspora li Tirkîyê dîl mane û nikarin vegerin malên xwe.

Anders Östberg û Kadir Kasirga gotin em wek Partîya Sosyal Demokrat amade ne li hember van kiryarên ne demokratik piştgirîya bakurê Kurdistanê bikin. Di vî warê de em amadene bi were ji nêzîk ve xebatê bikin. Em dixwazin bi were periodik bicivin. Anders Ösberg got ku em ê di 12 sibatê de bi rojevek teybet rewşa bakurê Kurdistanê bînin civîna parlementoyê. Wefda PAK û PSKê dawetî civîna taybet ya 12 sibatê kirin.

Herdû parlemeteran dîyar kirin ku ew beşdarî kampanya îmzeya ku PAK û PSKê ji bo protestokirina qedexekirina partîyên Kurdistanê ku navê Kurdistanê têde heye dibin. Her weha dîyar kirin ku wê alîkar bin ku gruba wan ya parlementoyê piştgirîyê bidin vê kampanyayê.

 Roza Kurd/ Rupela Nu/  Stockholm

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin