'Em wek YPG amade ne di bin sîwana yekrêziya kurdî de tevbigerin'   

'Em wek YPG amade ne di bin sîwana yekrêziya kurdî de tevbigerin'  

.

A+A-

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd li ser danûstandinên yekrêziyê yên navbera partiyên PYNK û ENKSê got, pêwîstî bi yekrêziyeke kurdî li ser asta giştî ya Kurdistanê heye, da ku bibe piştevan û sîwanek ji şervanan re û YPG amade ye ji bo bihêzkirina pirsa kurdî li ser maseyên navdewletî.

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ji K24ê re daye xuyakirin: “Dema nerîneke hevbeş encam bide û perensîp û pîvanên hevbeş derkevin holê, yan girêbesteke civakî yan destûrek, hêzên parastiyê yên kurdî jî dê li gor wê tevbigere. Em wek YPG em ê her amade bin bi hemû karînên xwe di bin vê sîwanê de tevbigerin ku yekîtiyeke kurdî bê çêkirin û bikeve bin xizmeta statûbûyîna kurdan, ji hemû fedekariyê re amade ne.”

Di konferanseke li Qamişlo de ku doh 20ê Sibatê birêve çû, Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî jî bi rêya nameyeke vîdyoyî dabû xuyakirin, divê herdu aliyên diyalogê hin ji berjewendiyên xwe paş bihêlin û hewl bidin diyalog bi ser bikeve.

Hêjayî gotinê ye, heta niha hin xalên mane û nehatine behskirin di civînên diyaloga navbera ENKS û PYNKê de mijara Rêvebirî û Peymana Civakî û mijara vegera Pêşmergeyên Roj e ku tê çaverêkirin di dema bê de werin ser maseya danûstandinan.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin