Em li gel Tirkiyê ne hevnêrîn in

Em li gel Tirkiyê ne hevnêrîn in

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Sûriyê, derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ku rola û Tirkiyê berovajî hev e û got YPG hevpeymanê Amerîkayê ye û di vî warî de ew li gel Tirkiyê ne hev nerîn in.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Sûriyê, derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ku rola û Tirkiyê berovajî hev e û got YPG hevpeymanê Amerîkayê ye û di vî warî de ew li gel Tirkiyê ne hev nerîn in.

 

Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku YPG di bingehê xwe de ji PKKê tê, lê Enqere wan terorîst dibîne û em jî ji aliyê xwe ve wan mirovên li Sûriyê weke terorîst nabînin.

 

James Jefrey diyar jî kir ku YPG ne di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û ne jî ya Netewên Yekgirtî û Tirkiye jî dixwaze ku em li gel YPGê nebin hevpeyman û gef li Amerîkayê xwarin.

 

James Jefrey herwiha derbarê xebatên avakirina ‘Navçeya Aram’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê de û got, ew niha li ser tiştekê kar dikin ku jê re tê gotin navçeya aram û wê YPG ji sînoran dûrbikeve.

 

Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê mehê ragihandin, di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh ragihand ku Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê, General Stephen Twitty û şandeke pê re serdana Tirkiyê kir û li Enqere bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtin pêk anî. Piştre hatibû ragihandin ku General Stephen Twitty derbasî parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê bûye û li ser sînorê Rojava lêkolîn kirine.

 

Herwiha roja 12ê Tebaxê jî şandeke 6 kesî ya leşkerî ya Amerîkayê serdana Rihayê kiribû û di çarçoveya pêngavên ji bo pêkanîna navenda operasyonên hevbeş de, li aliyê Tirkiyê, li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lêkolîn kiribû.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê jî ji bo şopandina xebatên damezrandina ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ serdana Rihayê kiribû û piştî hevdîtina li gel berpirsên leşkerî yên wî welatî ragihand ku wan bi awayekî giştî amadekariyên xwe pêk anîne û diyar kir, “Fonksiyonên krîtîk hatine pêkanîn. Di mijarên din de xebat berdewam dikin. ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ heftiya bê dê dest bi kar bike.”

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin