Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Em Kurd û Korona!!!

A+A-

 

Ev virûsa Korona yê niha li seran serê dinyê belav bûye û dibe. Li ser wê gelek tişt têne gotin ku divê mirov jî xwe li hember wê biparêze. Heta ji mirov bê xweparastin tiştekî baş e. Lê ne çareserî ye.

Hûn ya rastî bixwazin mebesta vê nivîsî ne ew e ku ez jî weke gelek zana û posporan, têgihişt û bîrewiran di heqê vê de tiştna binivîsînim. Ev ne karê min e û tenê pispor dikarin vê bikin û gel  li ber meselê bixin ku bi rastî ev xeterek çiqasî mezin e.

Min xwest ku hinekî  cûda li ser vê rawestim. Carekê bînim bîra we tevan ku bê heta ev mîrat belav ne bû bû, em li hember hev çawa bûn. Çi mêrxas, wêrek û dijminê hev bûn.

Bê çawa ji nava me bi sedan heta bi hezaran , Beko Ewan derketin. Bê me bi çi awayî dijminatiye hev dikir û li dijî hev bûn. Bê me çawa boxtan li hev dikir û bê çawa me kirasê ne dirûtî bera ser bedena hev dida.

Heger em li dîroka xwe û ya gelê xwe binêrin, bixwînin em ê rastî gelek ji wan kesên min bi nav kirin bên.

Lewra jî min xwest bêjim; di her tofan û babîloskek li dû xwe wêraniyeke mezin, malxerabiyeke bê hempa dihêle. Bi salan kar tê kirin ku zerara wan dane însaniyetê telafî bibe. Mesrefên mezin têne kirin da ku ew bê ji bîr kirin û tenê di rûpelên dîrokê de weke nivîs bimîne.

Taliya talî jî dawî li wan tê û jiyan ji nûde destpê dike. Êdî jiyan nabe jiyana berê, dan û stendin têne guherandin. Têkiliyên însanan diqelibin rengekî din û li ser asasekî nû jiyan her didome û wê bidome.

Helbet piştî vê koronayê û vê malwêraniyê wê jiyan weke hercar dîsa ji nû de destpê bike û berdewam bike. Lê wê jiyan êdî ne weke ya berê be.

Niha bi hatin û belakirina vê vîrusê, însaniyet ketiye nava tirs û xofekê. Kî/ê wê çi demê ji nava me herin, ne diyar e.  Di vê rewşê de ezraîl li dor me tevan dihare û tê. Bêtir jî kêfa wî ji kesên zêdeyê 60 saliyan re tê.

Me kesên ku em niha di ser 50 salan re ne qirik û qewrî li hev qetandin. Me li hev weha kir ku ji bona hin bi sernekevin çi ji me hat me kir.

Me hingî derew û boxtan li hev kir ku bê hey hawar. Em bi hevre ketibûn leceke bê aqilane ku bê me kê çiqas derew û boxtan li hev dikir.

Em bi eşkereyî dostên hev bûn, lê di binîre ji bona yek ji me bi ser nekeve çi tiştên xerab ji me dihat me texsîr ne dikir.

Em rojekê û carekê ne fikirîn ku her pêşketin û serketina kesekî/ê wê biba ye me jî. Em ne fikirîn ku serketina kesan, dibe serketina welat jî.

Yanî em gihiştibûn qonaxeke weha ku çavên me kor, guhên me kerr bû bû. Me êdî ji bilî berjewendiya xwe û malbata xwe bi tu karên din re zêde mijûl nedibûn.

Aha îro em dibînin ku vê virûsa bi çûk jiyana me tevan sero binî hev kir. Em li hember vê ji desthilanîn ketin û qudûmşkestî bûne.

Gelo em niha difikirin ku bê me çiqasî dilê heval û dostan hiştine. Gelo  em niha dibînin ku bê me çiqasî boxtan û derew xistine hustiyê kesekî ku ew qet heq nekiribû.

Ma ne heyf û guneh bû ku me li hevdu weha kir. Ne em bi serketin û ne jî me bi wan derew û boxtanan nehişt ku kesên din jî bi ser bikeve.

Berjewendiyên şexsî çavên piraniyê kor kiribû. Di van 30 salên talî de êdî jiyanê karê xwe li ser asasê berjeweniyên şexsî didomand. Vê jî kir ku divê hin bibin qurbana vê yekê û me ew jî kir.

De ka niha em ê çi bikin. Aha mirin li ber me tevan e. Em bi vî temanê xwe ê mezin ji ber berjewendiyê sexsî, Malbatî û partîtiyê bû bûn weke zarokan û gelek jî bû bûn Beko. Hingî em di nava wê pisîtiyê de qeliyabûn, êdî me nema dikarîbû xwe jê azad bikin.

Aha vaye korona em hemî ji wê gemarê azad kir û wê bike. Piştî vê tofanê jiyaneke nû wê destpê bike. LÊ wê piraniya me dê wê jiyanê nebîne. Em ê di nava wê gemara xwe,  di nava wan boxtan û derewên xwe de herin bê ku me tiştek bi destxistibin…

Jiyan weha ye. Loma divê ji niha pê de herkes vê rewşê li ber çavan bigirin. Ji hev hez bikin. Hûn nifşê nû weke me nekin. Bila derew û boxtan ji we dûr bin.

Jiyan bi hezkirinê dixulike, hezkirin evînî dixulîne, evîn jî welatan dadimezrîne. Aha mesela heta niha dewleteke me tune bû, ev bû. Lê êdî wê dewleta me jî çê bibe û jiyaneke nû, bê derew û boxtan, tije evîn û hezkirin wê bibe para Kurdan…

Ji korona pêve tu kesan, tu hêz û qawetan nikarî bûn ev serrast bikira. Li gel malwêraniyê dê başiyên vê jî hebin. Ji bona jiyaneke nû amade bin…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar