Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Em kî ji kê çi dixwazin???

A+A-

Em ango nivşê me yên ku em ji ber xezeba 12 îlona sala 1980 reviyan, bi çol û çepelan ketin, li Ewropa belav bûn. Bi cih û war bûn. Bûne xwedî mal, kar û pere êdî em ji hev çi dixwazin?

Min berî vê jî du nivîs nivîsîbûn, ya ewil di malpera Rûpela nû ya bi navê (Em Kurd civateke çawa ne?) ya dudan jî di malpera Nêrîna Azad bi navê (Civata me sal mezinan!) hatibû nivişandin. Herdu nivîsên berê û ev hema hema li ser yek mijarê ne.

Hin dost û biraderan ji min pirsîn û gotin: ”Tu çima ewqasî aciz bûye û xwe aciz dikî? Bihêle kî çi dibêje bila bêje. Ya girîng mirov çi dike ye”. Ev jî dîtineke rast e di cih de ye. Gotineke kurdî heye dibêje: ”Devê xelkê ne benikê doxîna min e ku ez wê girêbidim”.

Lê hin carna mirov ji ber gotin û boxtanan aciz dibe û dixwaze biqîre bike haho da ku dengê mirov here wan. Lê ew nabihîzin guhên xwe girtine û naxwazin dengê mirov here wan.

Ma gelo em çi ji hev dixwazin?

Em nivşê me, salmezinên weke me, di xortaniya xwe de, şev û roj li me tune bûn. Em ha ha li wir de û vir de direviyan da ku ji bona azadiya gelê xwe kevirekî dînin ser kevirekî.

Em rojê li gundekî, li bajarekî bûn da ku xelkê bi ber mesela dagirkirina welatê wan ango Kurdistanê bixin da ku em bi hev re bikaribin li hember wê dagirkeriyê têkoşîn bidin û wê rakin. Me nan û ava xwe, cih û warê xwe mal û canê xwe bi hev re par ve dikirin.

Me xwe bi rehetî dikarîbûn di ber hevde bidana kuştin. Me kar û xebat dikir ku em kêmaniya hevalekî xwe, dostekî xwe endamekî xwe bibînin da ku wî ji ber wê kêmaniya wî/ê kêm nekin em bi alîkariya wî/ê ve radibûn.

Me hemiyan karên hêja dikirin ku em welatê xwe kurdistana şêrîn û delal azad bikin. Ne diket bîra me gelekan ku em bibin xwedî pere, em bibin berpirs, em bibin rêber û serok. Loma jî me gelekan dev ji xwendina xwe ya bilind berdan û bi karê welatparêziyê ve mijûl bûn.

Ji ber vê bû ji bona kar bibe me tenê xwe kiribûn hemalê rêxistin û partiyên xwe. Li gor vê jî me kar dikir. Hesreta dê û bavê me bû ku me bibînin. Hesreta zarokan bûn ku di hembêza bavê xwe de razên.

Bi vî şiklî, bi vê baweriyê bê ku em baş hevdu nas bikin me kar dikir. Lê di nava kar û barê rêxistinê de me ji bîr kir ku hin dikarin bikevin nava me û ji bona xwe, ji bona berjewendiya xwe û malbata xwe kar bikin.

Kesên xebatkar qet li ser tiştekî weha nedifikirîn û tenê bi karê xwe, bi erkê xwe û bi berpirsiyariya xwe ve mijûl bûn. Lê wê nenaskirina me ya li hemberî hev kir ku em weke noka tu li tahtê bixe, ji hev perçe kir bela wela kir.

Sedem:

Me hevdu ne ceriband, hevdu tecrube nekir, niyet û armanca kê çibû nedît. Nedît heta ku bi hatina 12 îlona 1980ê û bi çol û çepelan ketinê êdî me hevdu baş nasîn ku kî/ê ji bona çi dikeve nava rêxisinê. Lê êdî fêde xwe tunebû, ji ber hêrs û amancên sexsî me tevan bi hevre wenda kirin. Ev dikare normal be. Lê ya ne normal îro ew kesên me yên berê bi dîtineke zana, jêhatî, kêrhatî ku me bi çavên mezin li wan dinêrî bê îro li Ewropa ketine çi halî!

Ma wê bikevin çi halî dema armanca wan ya mezinbûnê, ya dewlemendbûnê pêk nehat û endamên wan bi zanîn û kanînê xwe ew derbas kiriin, ji nû ve hişê wan hate serê wan lê êdî wan jî nema dikarîbûn pêşî li kesên têgihiştî bigirin. Ev yek ji destê wan derketibû.

Ew îcar çi kirin? Dest bi derewan kirin, dest bi boxtanan kirin ku endamên wanê berê bi zanînên xwe, ketin pêşiya wan, ev yeka bi zora wan çû loma ketin nava derew û boxtanan.

Li her derekê li her civatekê wan ya jî pêgirtê wan êdî dest bi boxtan û derewan kirin ku wan kesên têgihiştî û xwe bi pêşve biribûn, kêm bixin, nebaş rê bidin. Bi salan ev kar kirin hê jî dikin.

Lê fêm nakin ku wê rojekê dawî li derew û boxtanan jî bê. Fêm nekirin û nakin ku taliya talî yên wenda bikin dê ew bi xwe bin.

Fêm nakin ku di dîrokê de tu tişt wenda nabe, rastî, derew, durustî wê weke xwe bê nivîsandinê. Loma pêşniyara min ji kesên weha re ev e.

Bes e êdî bi kesên fêda wan ji welatê wan re hene, mijûl bibin, bi derew û boxtanan hûn nikarin wan bixin. Di demeke kurt de dibe ku weke we bibe, lê dîrokê wan û we jî binivîsîne.

Heger hûn dixwazin sermiyanekî ji zarokên xwe re, ji neviyên xwe re bihêlin, dev ji vê yekê berdin, bi derew û boxtanan kes bi sernakeve.

Ez ê vê nivîsî bi gotina Bernard Shaw dawî bînim, çi dibêje Bernard: ”Mirovên fêm dikin ku zanîna wan bi te re têra axaftinê nake, dest bi paşgotiniyan dikin. Li tu kêfa xwe binêr e”.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar