“Eger hikûmet bêxem ba dê herêma Kurdistanê wek Îtalya lê hatiba”

“Eger hikûmet bêxem ba dê herêma Kurdistanê wek Îtalya lê hatiba”

Cîgirê rêvegberê giştî yê tenduristîya Silêmanîyê ragehand, metirsîya şewba korona wek xwe maye û pêwîste hemwelatî xweparastinê berdewam bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirê rêveberê giştî yê tenduristîya Silêmanîyê Hêrîş Selîm ji basnewsê re got: ‘’Metirsîya şewba vîrusa korona li herêma Kurdistanê wek xwe maye, eger hemwelatî xwe neparêzin egerekî mezin heye bi awayekî metirsîdar şewb belav bibe. Lê me karîye bi awayekî baş tekoşînê li gel bikin û hemwelatîyan ji wê şewba metirsîdar biparêzin.’’

Herwaha got: ‘’Çend roje ti berketinek li herêma Kurdistanê nehatîye tomar kirin û ewên ber vîrusa korona ketibûn jî waye rewşa wan a tenduristîyê baş dibe. Ji ber wê em daxwaz ji wan ên ber vîrusê jî ketibûn dikin ji xwe parastinê sar nebin û bila wisa nêzîk nebin ku demek ti berketinek nehatîye tomar kirin û êdî vîrus nemaye. Berevajî wê metirsîya wê vîrusê her maye û eger hemwelatî xemsarbin dê dubare ew vîrus serî rake.’’

Hêriş Selîm got: ‘’Bendewarî heye şepoleke din ê vîrusa korona serî rake. Ji ber ew vîrus nehatîye tine kirin û li cîhanê çareserîya wê jî tine û pileya germê jî bilind nebûye. Ji ber wê em nizanin dê heta kengî ew vîrus bimîne. Ji ber wê em daxwaz ji hemwelatîyan dikin xweparstinê berdewam bikin.’’

Hêriş Selîm ragehand: ‘’Eger hikûmeta herêma Kurdistanê tekoşîna hember vîrusa korona de bêxem ba herêma Kurdistanê dê wek Îtalya lê hatiba. Lê bi keyfxweşî ve hemwelatî jî bi awayekî baş tevgeryan li hember metirsîya vîrusê û karîn temamê rênmayîyan bicîh bînin. Ji ber wê jî hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê û bicîhanîna rênmayîyan ji alîyê hemwelatîyan ve, sedemê serekî bûn bo ku ew şewba li herêma Kurdistanê pir pêşnekeve.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin