Eger Hewlêr û Bexda rêknekevin ziyanê mezin digehe Iraqê

Eger Hewlêr û Bexda rêknekevin ziyanê mezin digehe Iraqê

.

A+A-

 Aliyên şîe yên Iraqê li ser pirsa rêkeftina Hewlêr – Bexdayê di projeyasaya budceya 2021ê li ser du baskan dabeş bûne û çavdêrên siyasî jî dibêjin eger herêma Kurdistanê rêknekeve û budce ji aliyê şîeyan ve bi dengên zêde ve bê derbas kirin, dê ziyanên aborî hebin û ji aliyê siyasî ve jî Iraq ziyanên mezintir bigehe wê, ku naha kurdan di proseya siyasî de balans ragirtiye.

Parlamenterê PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Aliyên şîe hemû li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nînin, nav fraksiyon û aliyan heye li gel rêkeftinê ye heye jî dijî wê ye ku rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya derbarê budceyê de wek xwe berdewam be. Çiqas zû Hewlêr û Bexda rêkbikevin baştire. Lê ew aliyane û ew kesane jî wisa difikirin ku ketina bin pêleke tundiya fikrî ku nikarin bi aşkerayî wê yekê bibêjin.’’

Herwaha got: ‘’Eger rêkeftin çênebe herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve dê ziyan berbikeve, lê ziyanên Bexda û Iraqê dê ducaran ewqas be, ziyanên siyasî bandoreke mezin li ser hemû sektoran bike, ji ber naha Hewlêr amadebûna xwe nîşan daye bo rêkeftina di çarçoveya destûr û ti bahaneyek jî nehiştiye.’’

Ji aliyê xwe ve Dr. Mehmûd Osman jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ti tiştekî Iraqê ser yek de nemaye û plana navxwe eger hebe helbijardeyekî baştire.’’ Û got: ‘’Her diçe rewşa Iraqê ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve ber bi xirabtir ve diçe, lê divê di navxwe de jî plana me hebe. Tişta tê gotin ku plana me ya din heye. Eger hebe gelek başe. Lê eger nebe û bê gotin me heye ew gelek xirabe.’’

Herwaha çavdêrê siyasî li Silêmanî Burhan Reuf jî ji BasNewsê re got, Iraq naxwaze Kurdistan serbixwe be, dixwaze kurd naçar xwe radest bike. Û got: ‘’Rewşa naha heye li herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve derketiye pêş, pêwîstiya wê bi çareser kirinê heye. Dema tê gotin em li gel Iraqê rêk bikevin, ji bo ev rewşe çareser bibe ji bo wê ye û mûçeyê fermanberan asayî bibe, ji ber nebûna mûçe bandor li ser hemû pirsên din daniye.’’

Herwaha diyar kir, piraniya aliyên şîe li Iraqê bi sunneyan ve jî, bo dijatiya kurdan û herêma Kurdistanê yek in. Ew yek ne raste ku nakokiyên wan hebe li ser vê pirsê û cuda difikirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin