“Eger Amerîka şer bixwaze, em jî dê şer bikin”

“Eger Amerîka şer bixwaze, em jî dê şer bikin”

Balyozê Çînê yê li Netewên Yekgirtî ragihand, eger Amerîka şer hilbijêre, ew jî dê şer bikin, lê eger gotûbêjê bike, ew ji bo gotûbêjê amade ne.

A+A-

Balyozê Çînê yê li Netewên Yekgirtî ragihand, eger Amerîka şer hilbijêre, ew jî dê şer bikin, lê eger gotûbêjê bike, ew ji bo gotûbêjê amade ne.

 

Balyozê Çînê yê li rêxistina Netewên Yekgirtî, Zhang Jun derbarê nakokiyên bazirganî yên di navbera welatê xwe û Amerîkayê de ragihand, “helwesta Çînê di vî bareyî de gelek zelal e, eger Amerîka gotûbêjê hilbijêre, em dê gotûbêjê bikin, eger jî şer hilbijêre, em jî dê şer bikin.”

 

Zhang Jun got, “eger Çîn şer bike, bi tenê ji bo xwe şer nake, lê belê dê ji bo baştirbûna aboriya cîhanê şer bike, dê şer ji bo bazirganiya azad a li ser asta navdewletî bike.”

 

Derbarê xwepêşandanên li Hong Kongê de jî, Zhang Jun amaje bi wê yekê kir, ku Çîn bi ti awayî rê nade, ti welatek destwerdanê di karûbarên navxweyî yên wî welatî de bike.

 

Jun tekez kir, hikûmeta Çînê piştevaniyê li wan pêngavan jî dike, ku rêveberiya Hong Kongê ji bo asayîkirina rewşa vê herêmê davêje.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin