Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

.

A+A-

Lê, bi veger ji wêneyên asîmanî yên ji Herêma Efrînê hatine re ji berî Avdara 2018an. Z û piştî çar sal û nîvan ji dagîrkeriyê, qirêjiya tewana ku di dermafê daristan û nixumiya geyayî de xuya dibe -ewa ku dighêje asta qirkirina jîngehê- û hemî milîseyên bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” têne navdan û serkêşên wan di wê tewanê de pişikdar in, û di bin çavên Istîxbaratên Turkiyê de tê kirin; Û me bidehan rapor, wêne û kiryarên çêbûne belav kirin, û rêjeya qirkirina daristanan gihîştiye bêtirî 50%, û rûberiya wê bi giştî dighêje dora (xwezayî /18500/ hiktar + pêşeçandinî /21000/ hiktar = 39500 hiktar).

Ji berî dijberiyê û êrişê, Destlatên Turkiyê rûberine çandiniyê û ihracê yen fere, bi kûraniya /200-500/ M , di ber têla sînorî re, bi dirêjiya /150/ KM -dema avakirina wê ji dîwareke hevcudakirinê re- rêş kir; Û herweha jî piştî dagîrkirina herêmê, bi mebesta avakirina bargehên leşkerî, bihezaran darên îhrac û zeytûnê li gelek cîgehên mîna(“Çiyayê Bilêl û Curqa, Gundê Dêrwîş, Gundê Çê” – Navça Reco, gundên “Hemamê, Merwaniyê Jorin û Jêrin, Anqelê, Aşkê Xerbî û Xalta” – Navça Cindirêsê, gundên “Qermîtliq û Çeqela” – Navça Şiyê, di navbera gundên “Kefircenê û Metîna” de – Navça Şera, û li Çiyayê Şêrewa) bi alavên xwe yên leşkerî hilkirin; Û şewtandin û qutkirina bêwijdan û fere -yên ku berê herêmê weke wan nedîtine- gihîşte tevaya daristanên ihracê yên xwezayî, pêşeçandinî, darên kêmdîtî û temenmezin; Û herweha jî bisedhezaran darên biber(zeytûnê û yên din) bêwijdan û hov û bihezaran jî jê bigiştî, ji bo êzinkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê, ji aliyê milîs û anîndeyan ve têne qutkirin, bi ser  derçûna giştînameyên rûcesneyî (durveyî) di demên berê de (yên ku wan kiryaran qedexe dikin) ji aliyê encûmenên xwecihî ve.

Û herweha jî çêrandina vêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, da ku ziyan pir bighêjiyê, û bê ku xwedî wêribin û kanibin qedexe bikin.

Û yek ji stûn û bingehên siyseta dijayetiyê ya ku Turkiya Dagîrker û nandozên wê dajon, derbkirina têkeliya mirovê Kurd li Efrînê bi jîngeha wî ya xwezayî û malmewdanên wî re ye, û li dawiyê jihevşelandina tamarên civakê û lawazbûna wan e.

Ev binpêkirin û tewanin têvel in:

= G. “Şorbe”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /17/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora/66/malan pêkhatî ye, dora/500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, jê dora /50 malbat = 175 nişte/man û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /16 malbat = 100 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên mala “Ednan Umer” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî gund desteser dikin; Piştî êrişkirin û ketina gund, ji malan xwerinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûna, alav û amûrên elektirîkê, amûrên taqeta (ênircî) royê û hin tiştên din, tevahiya tiştmiştên /16/ malên dest danîne ser, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî dizîn.

” Dizîna keblên toreya elektirîkê ya giştî, G. “Şorbe”.”

Û wan dest danîn ser darên zeytûnê yên koçberbûyên zorane (/400/- Ednan Umer, /500/- Xêro Ehmed Axa, /300/- Zûhêr Mistefa Bêrem, /300/- zaroyên Mistefa Îse, /500/- Zekî Cangîn, /100/- Hemîd Îse, /200/- Mihemed Horo, /100/- Mistefa Bêrem), û 50% li ser berhema malmewalên xelkê ne li gund, û /3-4/ teneke zêtê zeytûna (16KG sade) salane li ser her malbatek li wir vêrgî ferz dikin, ji bilî dizînên ku dighêjin werzên(mûsimên) têvel (zêtûn, simaq, hejîr…).

Û “El’hemzat” ji bo êzingkirin û bazirganiyê, bisedan darên zeytûnê û rêjeyek daristana ihracê li Geliyê “Mertê” – Bakur Rojavayê gund, bi rengekî hov û bêwijdan qut kirin.

Û herweha wan ji bo lêgerina li kevneşop û kinzên binerd û dizînê, Girê “Gemrûkê” yê ku dikeve navêna hersê gundên (Şorbe, Gemrûk û Sêmalka) kolan û tevda; Û bi lêveger ji herdu wêneyên ku “Gogêl Ers” re (Reşmeha 2018an. Z, Rezbera 2029an. Z), bizelalî asta kolan û rêşkirinê ji gir re û ziyanên ku gihîştine zeviyên zeytûna yên derdorê diyar dibe.

“G. “Gemrûkê” yê di navêna hersê gundên (Şorbe, Gemrûk û Sêmalka) de, li (Reşmeha 2018an. Z, Rezbera 2019an. Z), Gogel Êrs.”

Û di çarçewa tevgera olî ya tundrew a çalak de li herêmê, mizgefteke nû li gund hate avakirin.

Weha jî, yên li gund mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê: Revandin, girtina bêsûcane, işkencekirin, kêmrûmetkirin, peresitandin û hin din; Bidehan hatin girtin û di nav de jî jin, û sezayine hepiskirinê bi demên têvel li ser hatin ferzkirin -hin jê bêtirî salekê- di gel baceyên diravî, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re.

Weha jî negîha “Conî Ednan Mensor /17/ sal” ji xelkê gund, li 20.1.2022an. Z, di encama topebarankirina Bajarê Efrînê de, bi çar avêjtekên mûşekî ku ji aliyê herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê ve hatine avêtin, hate şehîdkirin.

“Pakrewan “Conî Ednan Mensor”.”

= Kuştina ciwanekî sivîl:

Di katên dawiyê de ji Roja Duşemê 29.8.2022an. Z, “Mihemed Cemal Xilo/30/sal” ê ciwan ji Malbata “Mûse Umer” ji xelkê Gundê “Qestelê Xidriya” – Navça Bilbilê – li Efrînê rûniştî û di boyaxa malan de kar dike, bi qurşînên jîndar hate kuştin, di dema ku wî hevaltiya “Mis’eb Ehmed Oso ji Bajaroka Heyanê – Gundewarê Heleb a Bakur û yek ji endamên Milîseyên El’cebhe El’şamiyê” dikir, û bê zanîn ku ew jî di piroseya armanckirina makîna wî de, li ser Riya Cindirêsê li Rovayê Bajarê Efrînê hate kuştin, û endamekî din mekin birîndar bû, di çarçewa rewşa tevlihevî û gergoşî û hevrikiya çekdar û milïseyan di navbera hev de.

“Kuştiyê vêguneh “Mihemed Cemal Xilo”.”

= Girtinine bêsûcane:

Istîxbaratên Turkiyê bi şêwakî hûrgilîn rewşên hemî hemwelatiyên li Efrînê dişopîne, û bi taybetî di warê têkeliyên wan bi Rêvebiriya Xweser û Saziyên wê yên rêvebirî û leşkeriyê yên berê li herêmê û yên niha li herêmine din, da ku di dermafên wan de girtinên bêsûcane û sezayên bêheq digel işkencekirin û danûsitandinên nemirovane bistîne, bi riya destikên xwe ji milîs û dadgehên wêneyî -ta ku ji ber sedemên pir biçûk bin jî-, û bingehên daxuyanên kesayetî yên hûrgilî têne ristin û kopiyek jê di bin navê “lîstên terorê” de yekser rêdibe Anqerê.

Herweha jî wan asta herî nizim ji baceyên diravî yên ku li ser girtiyan hinhino bilind kirin, li destpêka dagîrkeriyê /800/ perê Turk bû, û paşê bû /1000-1500-2000/û niha jî /300 Dolar = 5400 PT/ ferz dikin.

Herweha jî, Istîxbaratên Turkiyê û peyên wan fisûkî û fîtnê di nav xelkê herêmê de belav dikin, bi riya bikaranîna hinan ji wan û belavkirina nûçeyan li ser fisûk û sîxurên ku dibin sedema girtinan û destdanîna ser malmewdanan û hin kirayarên din.

 Li 20.8.2022an. Z, Hemwlatî “Elî Mistefa Irêtan /54/ sal” ji xelkê Gundê “Kurkê Jêrin” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh” ve şeveke tenê hate girtin.

 Li 24.8.2022an. Z, hemwelatî “Mistefa Hisên Şe’iban /77/ sal, Mihemed Xelîl Cercî /35/ sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna, ji aliyê Milîseyên Asayêşa Reco ve, bi tuhmeta pişikdariya wan di peyetiya şevayî di dema Rêvebiriya Xweser a berê de hatin girtin, û di heman rojê de, piştî ferzkirina /300/Dolar li ser her yekî ji wan hatin berdan; Û lîstak bi navine din en daxwazkirî heye.

 Li 30.8.2022an. Z, ciwanê negîhayî “Mes’ûd Mihemed Umer Hîro /17/ sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco, bi tuhmeteke çêkirî hate girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

= Gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî”:

“Mu’esesit Wefa’i Elmuhsinîn El’xeyriyê – Saziya dilsoziya xêrxwazan a karguzariyê” vekirina “Gundê El’ze’îm” (ê ku ji /34/ yekîne – /136/ perçmalên rûniştinê ji bo hewandina penaberên bo herêmê bi’anîndin dane) li Navça Cindirêsê ragîhand, û li 28.8.2022an. Z, “Komîta Mizgefta El’şêx Enber” ji Gundê “El’ze’îm” – Bajarê “Qudsê” yê “Felestînî” gihîşte Cindirêsê ji bo perçemalan(şiqan) radest bike, weke asta yekê û li serê hesabê xelkê wê; Û ew asta dudiyê jî -ya ku ji /80/yekîne niştecîbûnê pêk tê- ji pirojeyê ava dike.

“Vekirina G. “El’ Ze’îm” ê niştecîkirinê yê nimûneyî.”

Gund li Başûr Rojavayê Cindirêsê bi dora /4/ KM -li nêzîk Gundê “Dêrbelûtê”- dikeve, û ew gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî ye, ji bo anînde werin mewdankirin û têde bêne rûniştin, û ew piroje jî di çarcewa pilaneke Turkî de ye, ji bo kûrkirin û çespandina guhertina demografî ya rêbazkirî ye, û li dijî Kurdan li herêmê tê kirin.

Divê bê bîranîn ku ew saziya li Turkiyê sala 2018an. Z hate damezrandin, û nivîsgeh û şaxên wê jî li hejmarek dewlet hene, mîna: (Turkiyê, Felestîn, Sûriyê, Libanan, Yemen, Borma û Borkîne Faso), û komeleyeke Felestînî din bi navê “Komela Jiyankirina birûmet – Cem’iyit El’eyş Bikeramê” – Felestîn /48/” heye, û ew jî di avakirina gundine niştecîkirinê de – Herêma Efrînê dixebite; Û di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Piştî lidijderketina anîndeyin ji “Êl El’mewalî” li hember giropeke gerok e “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” -ye ku li 27.8.2022an. Z beşdar bûye, da yekî bigre – li Gundê “Kokanê Jêrin” – N. Mabeta, karwanek ji hezên asayêşê û milîseyin ji “Artêşa Niştîmanî” li roja din berê xwe da gund (ê ku “El’mewalî” hin hêzên xwe têde bicî û pir kirine), û pevçûnin di nav herdu aliyan de derketin, Riya Efrîn – Reco hate qutkirin, metirsî kete nav û derdora gund, û rewş weha sê rojan di nav herdu aliyan de gizgizkirî ma, ta ku bi rengekî ji rengan hate serastkirin; Û ev ton bûyer jî di siya serberdayetiya serwerkirî û xwemekinkirina çekdar û çetan bi hêzên milîsewî de rûdidin.

 Li 2.9.2022an. Z, li nêzîk çateriya Gundê “Naza” – Navça Şera, “Ebû Izo El’hemwî” – yek ji sekirdeyên “Lîwa’i Siqor El’şam” rastî piroseyeke armanckirina bi qurşînên jîndar hat, û “Lîwa’ê” hêzên xwe kirin amedebaşiyê, û li ser riyên ku di çarçewa xwe de, çûnûhatin tund kirin.

= Şewatine daristanan:

“Brevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê, li herdu rojên 1-2.9.2022an. Z, agirin bi daristanine ihracê li gundewarê Navça Cindirêsê ketibûn -ên ku bêtirî /11/katan berdewam bûbûn-vemirandin.

“Şewata daristanekê li Gundewarê Cindirêsê.”

= Binpêkirinine virdewêde:

 Ji deh û pênc rojan ve, Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê”, piştî çend rojan ji girtina Hemwelatî “Nebîl Osman/34/sal” û kêmrûmetkirin û gefgurên ji sê heyavan ve, ew neçar kir ku mala ji “Fereh El’dîn Golîn Hemîd” li Bajarê Cindorêsê ji malbata xwe re kirê kiribû vala bike, û ji serkêşekî xwe re dest danîn ser; Ji ber wê jî “Nebîl” û malbata xwe neçar bûn zorane ji herêmê barkin.

 Ji du heftan ve, çekdarekî Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” şormorên kêm bi xort “Hoşeng Umer kurê Salêh” li Gundê “Qermîtliq” kirin – Navça Şiyê, û qurşîn avêtin derdorê û mekin tirsand, ji ber ku ew razî nebû bi dên tişmiştên dîkana xwe bifroşiyê.

 Ji du heftan ve, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên bin’erd û dizîna wan, Milîseyên “Firqit El’hemzat” nav erdên çandiniyê û zeviyên zeytûna – Cîgeha “Rezî Ristê” – yên zaroyên Dilovanber “Mihemed Hac Mûrad Qadêr, Hac Seydo Qadêr, Betal Qere, Hac Isma’îl Seydo, Henan Qere, Şêx Cemîl Seydo” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N. Mabeta, kolan û rêşkirin -bi ser hebûna xwediyan li gund jî- û di encamê de ziyan gihîşte wan malmewdanan û bisedan darên zeytûnê; Weha jî li Cîgeha “Hêrê Kûpê” yê di navêna gundên “Dargirê” û “Hisê/Mîrka” yê hevcîwar vêre ji aliyê Rojava ve kolan.

 Piştî girtina wan ji temenmezin “Mihemed Elî Yûsêf kurê Henên re – /69/ sal” ji xelkê Gundê “Me’ireskê” – Navça Şera li 22.8.2022an. Z bi tuhmeteke çêkirî, Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” gefan dide xwîşka wî ya temenmezin “Cînan Yûsêf keça Henên – /70/ sal û nezewicî” ku divê mala xwe û birayê xwe vala bike, da ku destan dînin ser.

 Li Bajarê Cindirêsê û derdorê, milîs malmewdanên çi kesî/ kesê dimre dorpêç û kontirol dikin, û li gor raweya ku ew dibînin parên şûngirên mirî yên li wir radestê dikin, û destan datînin ser parên ên ne li wir; Û ew jî di çarçewa hilmeteke giştî de, ku ji aliyê Encûmena Xwecihî û milîseyan ve li herêmê ji bo sînorkirina malmewalan dibe ve, tê kirin.

 Li vê dawiyê, piştî ku hejmarek ji anîndeyên nêzîkî milîseyan berê hejîran ji darên zaroyên “Mistefa Hisên Mecîd” -nêzîk Cindirêsê- dizîn, xwediyan hewil dan ku wan qedexe bikin, û ji ber wê li hev xistin û di encamê de destê yekî ji anîndeyan şikest, û ji bo lihevhatinê, milîseyan hezar Dolar li ser zaroyên “Mistefê” ferz kirin.

 Bi sedema dizîna hejîra û rûbrûbûna kurê wî ji lêdanê re piştî hewildana qedexekirinê, hemwelatiyekî Gundê “Kanîgewrikê” – N.Cindirêsê rabû dar hilkir, vêca çekdaran ew kirin behane û mekin lêxistin.

 Piştî dubarekirina dizînanan -ji aliyê çekdar û anîndeyên jê ve nêzîk ve- ên ku ji rezekî tirî ye hemwelatiyekî B. Cindirêsê re li cîgeheke Rojhilatê bajêr – Riya Gundê “Hecîlerê”, ew neçar bû ku dora/150/ mêwî hilke – tevahiya rêz.

Rêgirî û kokirina dijayetiya fere û lezok ji jîngeh û daristanan re, pileya yekê tê xwestin ku fişar li ser Hikometa Turkiyê were kirin, da ku weke dewleta dagîrker, û rastînî herêmê desteser dike û di hemî waran de bi rê ve dibe, bi erkên xwe rabe, û gereke di ber tevahiya tiştê bûye û dibe de berpirsiyar were dîtin; Û ne bi pesnê daxuyaniyeke xapînok û derewîn e, ku milîşeyekê derxistî û ew bixwe jî yek ji yên ku ew tewana kirine ye.

04.09.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Qutkirina daristaneke ihracê li dor Gola Meydankê.

– Dizîna keblên toreya elektirîkê ya giştî, G. “Şorbe”.

– G. “Gemrûkê” yê di navêna hersê gundên (Şorbe, Gemrûk û Sêmalka) de, li (Reşmeha 2018an. Z, Rezbera 2019an. Z), Gogel Êrs.

– Pakrewan “Conî Ednan Mensor”.

– Kuştiyê vêguneh “Mihemed Cemal Xilo”.

– Vekirina G. “El’ Ze’îm” ê niştecîkirinê yê nimûneyî.

– Şewata daristanekê li Gundewarê Cindirêsê.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-213-04-09-2022 – PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212)

https://yek-dem.net/ku/?p=13369

Ev nûçe 247 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin