
Li Kerkûkê parêzgar hat guhertin: Rêbiwar Taha axivî
.
Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rêbiwar Taha di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî bicihhiştina erkê xwe de ragihand ku biryara çûyîna wî ne bi daxwaz û desthilata wî bûye.
Rêbiwar Taha got, "Min çûyîna Bexdayê red kir û min gelek postên bilind red kirin tenê ji bo ku ez li Kerkûkê bimînim û xizmetê bikim."
Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rêbiwar Taha di peyameke vîdeoyî de ku ji bo xelkê Kerkûkê weşand, amaje bi wê yekê kir ku guhertina pêgeha wî ya ji parêzgariyê ji bo cîgirê yekem "ne biryareke hêsan bûye" û anî ziman:
"Ji bo min zehmet e ku ez wekî cîgirê parêzgar bimînim lê eger wekî karmendekî jî be ez dê her li Kerkûkê bimînim."
Li gorî gotina Rêbiwar Taha, di qonaxa bê de biryarên parêzgehê dê bi lihevhatin û şêwirê li gel cîgiran werin dayîn.
Parêzgarê nû yê Kerkûkê
Meclisa Parêzgeha Kerkûkê doh Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman wekî parêzgarê nû hilbijart.
Ev gav wekî bicihanîna peymana sala 2024an a aliyan a ji bo guhertina postê parêzgar hat avêtin.
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Mihemed Seman wergirtina postê xwe wekî "bûyereke dîrokî" bi nav kir û ragihand:
"Di çar mehên borî de em bi berdewamî li gel Bafil Talebanî li ser xetê bûn ji bo çareserkirina mijaran.
Îro piştî 102 salan, hesreta Tirkmenan bi dawî bû û parêzgarê Kerkûkê Tirkmen e."
Peymana Otela Reşîd
Destjikarberdana Rêbiwar Taha di çarçoveya peymana "Otela Reşîd" de bû ku tê de biryar hatibû dayîn postê parêzgar di navbera pêkhateyên Kurd, Tirkmen û Ereban de bi dorê be.
Li gorî peymanê, Kurdan ji Tebaxa 2024an heta Kanûna Pêşîn a 2025an post di destê xwe de girt.
Tirkmen ji destpêka sala 2026an ve postê werdigirin û Ereb jî dê ji destpêka sala 2027an ve post wergirin.
Rêbiwar Taha û dengên wî
Rêbiwar Taha ku di hilbijartinên dawî yên meclisa parêzgehan de 96 hezar deng bi dest xistibûn, wekî xwediyê herî zêde yê dengan li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê hatibû naskirin.
Dengên wî heta ji yê Sûdanî jî zêdetir bûn ku 92 hezar deng bûn.
Wî berê postê parlamenteriyê hîştibû da ku bibe parêzgar û niha jî wekî pêbendiyeke bi peymana siyasî postê xwe radestî Tirkmenan kir.
Hevdem li gel van guherînan, doh hejmarek welatî li ber avahiya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê kom bûn û nerazîbûna xwe ya li dijî peymana guhertina postê parêzgar nîşan da.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin