PWK: Di encama êrîşên Dewleta Îranê de sê şehîd û çend birîndarên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê hene

PWK: Di encama êrîşên Dewleta Îranê de sê şehîd û çend birîndarên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê hene

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Di encama êrîşên Dewleta Îranê de sê şehîd û çend birîndarên  Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê hene

Êrîşa bi dronên Komara Îslamî ya Îranê li ser kampên sivîl ên P Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li Başûrê Kurdistanê bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna endamên PDK-Îranê.

Komara Îslamî ya Îranê roja Înê, 17.04.2026ê, piştî nîvro bi mûşek û dronên bêmirov êrîş bir ser kampên sivîl ên Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Îran).

Di encama van êrîşan de Şahîn Azerberzîn şehîd bû û bavê wî Nadir Azerberzîn di êrîşê de bi giranî birîndar bû.

Di êrîşeke din a li ser komek pêşmergeyên PDK-Îranê de, du pêşmergeyên jin ên bi navê Nada Mîrî û Samira Allayarî şehîd bûn û çend pêşmergeyên din birîndar bûn.

Li gel ku nuha di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê de agirbesteke heye jî, Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayîne hîna jî di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û kampên li Başûrê Kurdistanê yên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn berdewam in.

Em van êrîşên Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayîne û şehîd kirina pêşmergeyên PDK-Îranê rûreş dikin.

Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan, ji rêvebir û endamên PDK-Îranê û ji gelê me re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

17.04.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

bir veya daha fazla kişi ve yazı görseli olabilir‎şunu diyen bir yazı '‎سوهند شاهين تازهربه‌رزین‎'‎ görseli olabilir

yazı görseli olabilir

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin