Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

.

A+A-

Komeleyin bi navên “xêrxazî, fîxanî û olî” û bi perên hin aliyên Qeterî, Kiwêtî, Felestînî, Turkî û hin din, di cîbicîkirina ramyariyên (siyasetên) Anqerê  de -yên li dijî Kurdan li Sûriyê- pişikdariyê dikin, bi riya piştgirtin û hevojtina anînedeyên herêmên din ên Sûriyê û penaberên Sûrî li Turkiyê li ser niştecîbûnê li Efrînê û herêmên din, û peydakirina bingehên mandina timî -ya herî berz bimalkirina malên nimûneyî- ji wan re, ji bo çêkirina guhertineke demografî ye rîçalkirî.

Vaye emê hin binpêkirin û tewanên têvel belge bikin:

= G . “Elîkera”:

Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /5/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/80/malî pêkhatî ye, dora/500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema êrişkeriya bi ser herêmê de -ji bilî çend mêrên ku bi ketina gund re hatine girtin- tev penaber bûn, ji yên penaber bûne dora/60malbat=200nişte/ vegerîn û yên din jî bi zorane koçber bûn, û /8malbat=30nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit Elhemzat” gund desteser dikin, û piştî derbasbûna wan ji gund re, xwarinvexwarin, zêta zeytûna, firaxên baqirî, cerên gazê û alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din ji malan dizîn, û herweha jî dizîna kelûpelên dora /20/malên desteserkirî, giropeke zayendkirina elektirîkê (ampêr) e “Xelîl Şêx”, Pîkabeke Mazda ye Dilovanber”Elî Mistefa Kêlo”, /3/tirektorên çandiniyê yên ku piştî dandina xwediyan vêrgiyên diravî hatine vegerandin, keblê serekîn yê toreya telîfûna zemînî, hemî tiştmiştên hundir tîmargeha mirîşkan a “Wehîd Hisên Cabo” û bana wê ya bafûnî, û beşek ji tiştmiştên sê tîmargehên din jî – niha herçar jî derveyî kar in.

Û wan dest danîn ser /600/darên zeytûnê yên zaroyên dilovanber “Hemze Elîko” û hin jê jî qut kirin, û ew 50% ji berhema werzên “zêtûna” ya malmewalên hemwelatiyên ne li gund û 10% li ser ên li gund ferz dikin.

“Dareke sindiyanê ye romî ye temenmezin li Zaratgeha “Şêx Hemze”, berî û piştî qutkirinê.”

Û milîseyan darên îhracê li çiyayên li dor gund qut kirin, bi taybetî jî li hundir Zaretgeha “Şêx Hemze” – jê darine temenmezin mîna dara sindîganê ya romî.

“Zaretgeha “Şêx Hemze”, darên îhracê û şirîta sînorî li Bakurê G . “Elîkera”, berî û piştî dagîrkirinê.”

Weha jî xelkê gund ên mane rastî binpêkirinên têvel û cûrbecûr hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin kiryarên din, û di vî warî de bidehan hemwelatî bi demên têvel hatin girtin digel ferzkirina vêrgî û baceyên diravî; Jê deh mêr -piranî temenmezin- ji gund derneketin,  di dema şer de li 1.2.2018an Z hatin girtin, bo Hepsa “Çobanbegê – El’ra’î” hatin rêkirin, û zorane heyv û nîvekê hatin veşartin ta ku hatin berdan, û herweha jî herdu hemwelatî “Remedan Se’îd Mihemed/28/sal, Mihemed Enwer Mihemed/28/sal” (ên ku li destpêka Mijdara 2021an Z, ji aliyê rêbenda yekê ya “Asayêşa Leşkerî” ve li Herêma Cerablusê hatine girtin, li dema ku ew tevî hevjînên xwe ji Herêma”El’şehba’i” – Bakurê Heleb bi riyên qaçax vedigerîn Efrînê, û hevjînên wan serbest hatibûn berdan û ew jî ta niha zorane bendkirî man).

Û di çarçewa tevgera olî ya tundrew û çalak de (ya ku li herêmê bi serpereştiyeke yekser ji “Weqfa Diyant a Turkî” ve tête birêvebirin), mizgefteke nû li gund hate avakirin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrker ev girtin:

 Li 7.5.2022an Z, Hemwelatî “Arêf Îbrahîm Henan/33/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” û li Bajarê Efrînê rûdine, ji aliyê rêbenda ewlehî ya çekdarane li Derbasgeha Efrînê ya Rojhilat ve, li dema vegera wî ji ciyê kar di birîngeha keviran de, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û piştî ferzkirina /3500/pereyên Turk li ser, li 10.5.2022an Z hate berdan.

– Li 8.5.2022an Z, ev hemwelatî “Ekrem Qadêr kurê Hisên/40/sal, Şewket Elî kurê Rif’et/70/sal, Welîd Ehmed kurê Ehmed/30/sal, Mistefa Qere Mihemed kurê Henên/80/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N.Mabeta, bi tuhmeta pişikdariyê di parêzvaniya şevayî de li dema R.X a berê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl a Mabeta” ve, û bo Efrînê hatin birin, da ku li Roja Pêncşemê 12.5.2022an Z  -piştî ferzkirina sezayên diravî li ser wan- bêne berdan.

= Geregoşî û serberdayetî:

 Jêderine xwecihî anîn zimên ku endamine “Mihemed El’casêm – Ebû Emşe” (serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah”) mekin li Sertîp (Emîd) “Ebid El’mun’êm Ne’isan” xistin û rezîlpezîlî kirin; Ew kesê ku li 1.3.2022an Z, ji aliyê Odeya”Ezim” ve weke “rêvebir ji Herêma Şiyê” re hatiye binavkirin – piştî biryara cîbicînekirî ya “Komîta Şêx û Meşayixan” a dûrxistina Ebû Emşe û hin endamên wî.

 – Li Siba Înê 13.5.2022an Z, li kêlek riya giştî li çateriya Gundê “Hucemala” – Reco, termê mêrekî kuştî û gunûminên wî qutkirî û ji birînan rûnenaskirî hate dîtin, û alavine ragîhandinî yen xwecihî tekez kirin ku ew term ê “Mehmûd Rehal” e – yek ji Milîseyên “Feyleq Elmecid”.

= Binpêkirinine din:

 Li 10.5.2022an Z, du birayên ji gundewarê Humsê anîndekirî, şerê xwe di Hemwelatiyê Kurd “Mihemed Seydo Mihemed (Kalê)/45/sal” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – N.Bilbilê dan, di hundir dîkana wî de, ji ber ku wî nehîşt ew çêlên xwe di nav rezê wî de biçêrînin, û di encamê de ji ber derbên çoyan  seriyê wî birîn bû.

– Serkêşên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”, ji çar salan ve, dora/80/donim erd û rezên tirî -her donimek bi /35/dolaran- ji erdê “Benda Eşûnê” – N.Bilbilê (ya ku li Zivistanê tijî av dibe û li Buharê jî bi rêjeyî dimiçiqe), bi behaneya ku ew erd malmewalên dewletê ne, bi kirê didin ên ku diçînin ta ku yê diçîne xwediyê erdê yê resen be jî ; Û divê were zanîn jî ku ew erd ên hemwelatiyên gundên “Zivingê, Eşûnê, Dîkê, Kerê, Kêla” (yên dorhêla cîgeha bendê) ne, û berî dagîrkeriyê wan ew erd vê kirê ji xwe re diçandin.

“Erdê Benda “Eşûnê” li Zivistan û Buharê.”

 Li 9.5.2022an Z, giropeke Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta mekin li zarok “Alan Mihemed Hiso/11/sal” xistin, bi behaneya ku ew li jinên anîndeyan dinêre, û paşê ew ji bo dermankirinê bo nexweşaxaneyeke B.Efrînê hate guhestin.

 Li Gundê “Maratê” anînde keriyên pêz berdidin nav zeviyên zeytûna, erdên çandiniyê û enkûrên malan, û komikên nîsk û colbanên hatine çinîn ji nav zeviyan didizin da ku bidin pez û dewarên xwe, bê ku xelk wêribe wan qedexe bike yan jî kanibe li wan gilî bike, ji ber parastina çekdarên “Firqit El’hemzat” ji wan re.

 Û li Gundê “Tilsilorê” – Navça Cindirêsê û derdorê jî, perwerdekarên pêz ji anîndeyan komikên nîskên hatine çinîn û yên din ji nav zeviyan didizin, da ku bidin pezên xwe.

Rijîma Turkiyê di cîbicîkirina siyasetên xwe yên bi gûman de li Sûriyê berdewam e, vêca kirîzê girêktir dike, rewşeke metirsîdar li ser erdê di’afrîne, û fîtnê û nakokiyan di nav Kurdan ji alîkî ve, û Ereb û Turkmena ji aliyê din ve çêdike.

15.05.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Zaretgeha “Şêx Hemze”, darên îhracê û şirîta sînorî li Bakurê G . “Elîkera”, berî û piştî dagîrkirinê.

 Dareke sindiyanê ye romî ye temenmezin li Zaratgeha “Şêx Hemze”, berî û piştî qutkirinê.

– Erdê Benda “Eşûnê” li Zivistan û Buharê.

—————————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-198-15-05-2022– PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin