Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

.

A+A-

Gundê “Xalta” – dewat qedexekirî ne, Toraniyekî piştgir ji “Ebû Emşe” re, teqîn û qurbaniyine pakrewan, armanckirina dibîstanekê, girtinine bêsûcane, qutkirina daristanin

Bi ser cersandinên ku ji “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe”çêbûne re, ferbûna binpêkirin û tewanên ku di dermafê xelkê de kirine, û derxistina biryara bidûrxistina wî, Mandina “Elcasêm” û milîseyên wî “Firqit Elsultan Silêman Şah” di çarçewa desteserkirina wî de li Navça Şiyê, serpereştî û piştgiriya Istîxbaratên Turkiyê jê re tekez dike, ji bilî wê toraniyekî nû piştgiriyeke razberî û îdolojî dayê, û wî toraniyê bi navê “Yûsêf Ziya Arpacik” di Avdara borî de bêtirî deh rojan serdana “Elcasêm” kir û lê bû mîvan; Hêjaye were zanîn ku toraniyê navborî yek ji stûnên “Tevgera Netewî ya Turkî – M.H.P” ye, ji peyên damezrênerê wê “Elb Erselan Turkêş” e, serkêşê “Yekîtiya Bê – Ruzgar Birlixi- Itîhad Elriyah” ye – yek ji pêkhateyên “Gurên bersorî – Elzî’ab Elremadiyê”, û wî li ser serê giropeke mezin ji endamên rêxistinê, li Herêma Karabaxê, di navêna salên /1991-1994/ de, li kêlek Ezerbeycanê li dijî Ermîniya şer kiriye, li sala 2003an Z çû Kerkûkê – Îraqê da ku li rex Turkmena bisekine, seredana jimarek ji welatên Ewropa, Efrîqiya, Qoqaz, Asiya û Rojhilata Navîn kiriye da ku hizir û ramanên toraniya nijadperest belav bike, xwediyê pênc pirtûkên ku li rewşa netewî ya Turkî û Turkmanî û serkeftinên wan e, û bi zimanên Îngilîzî, Erebî, Farisî û Rûsî jî daxêve; Erpacîk li vê dawiyê di percevîdiyûkekê de, li ser rûpela xwe û rûpela ragîhandina “Elfirqe” yên Fêsbokê, di biryargeheke wê de, û li pêş komeke ji endamên wê, bi zimanekî olî yî cîhadî yî nijadperestî gotarekê pêşkêş dike, û tê de gefûgurên şer û tolhildanê li “Xaçeperestan û P.K.K” dide, pesnê “Pêşeng Ebû Emşe” û endamên wî dide, bi “cîhadiyan û leşkerên Xwedê” disalixîne, û razîbûna xwe ji wan re diyar dike, serdana xwe ji “Girê Sipî” dide nîşandan, û di belavokên xwe de wan bi “Çekên Artêşa Toran” disalixîne, û weha jî “Senaciqên Şam, Heleb, Mûsil û kerkûkê” bi bîr tîne; Û wêneyine wî bi serkêşên Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” û “Firqit Elmuntesêr Bîlah” re jî hene û wan bi “Leşkerên Artêşa Toran” disalixîne, û wêneyin jî hene, mirûdên wî li Efrînê -piştî dagîrkirinê- diyariyê kirine.

 

 

“Giropeke wêneyên “Yûsêf Diya’i Arpacik, Mihemed Elcasêm”.”

Vaye hin binpêkirin û tewanên têvel:

= Gundê “Xalta”:

Ew bi Navça Cindirêsê ve girêdayî ye, /8/K.M ji navenda wê dûr e, geliyek wî dike du beş (Rojhilat û Rojava), ji /202/malan pêkhatî ye, dora /1250/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora /72malbat=250nişte/man û yên din jî bi zorê hatin koçberkirin, û /53malbat=350nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

“G. “Xalta” û daristanên hawîrdorê.”

Bidehan mal ziyan gihîştinê û talan bûn, ta derî pencere jî tê de neman, jê yên “Menan Reşîd Xalêd, Mistefa Hemo, Emîn Hemo, Şewket Mihemed, Menan Îso, Ciwan Şewket, Mihemed Soranî, Mihemed Sebrî Qedîb Elban, Ezet Reşîd Miho, Reşîd Reşîd Miho, Hesen Hemo Oso, Oso Hemo Oso, Mihemed Ebû Xebat, Mistefa Ebû Beşar, Ferhad Kermo, Îbrahîm Îbrahîm, Mihemed Îbrahîm, Mistefa Îbrahîm, Ehmed Salhe, Elî Ebû Hemo, Hebîb Ebdo Oso, Nezmî Ebdo Oso, Mihemed Ebdo Oso, Adêl Reşîd Miho, Hesen Berber, Ebdo Mistefa Îso, Mihemed Mistefa Îso, Nezmî Reşîd, Hecî Reşîd, Semîr Mihemed Çe’inim, Riyad Reşîd Xalêd, Hecî Hemo Henan”.

Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” gund desteser dikin, herdu malên “Elî Ehmed Eşûnê, Hesen Hemo Oso” ji xwe re kirine du biryargehên leşkerî, û di dema ku êriş anîne ser gund tevahiya tiştmiştên dora /130/ malên bi zorê koçberkirî talan kirin, di gel wê jî dizîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, sidace, alav û amûrên elektirîkê, amûrên taqeta Royê û hin tiştên din ji malên ên vegerîne, du makîne yên “Ebdo Reşo, Hemûdê Mixtar”, tirektorek çandiniyê yê “Mihemed Tahêr Silêman”, bidehan matorên dutekerî, giropine zayendkirina Elektirîkê yên malan ên “Emîn Hemo, Hesen Hemo, Menan Reşîd Xalêd”, giropeke zayendkirina elektirîkê ye taybet bi stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya ku ta niha sekinî ye, û guheztok, kebil û stûnên toreya elektirîkê ya giştî tevî keblên xeta wê ya serekîn.

Û ew 50% vêrgî li ser berhema werzên (mûsim) malmewalên hemwelatiyên ne li gund û 10% jî li ser ên hene ferz dikin, û bêwijdan keriyên pêz di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, li ber çavên xwediyan diçêrînin.

Weha jî hemwlatiyên mane rastî cûreyên têvel ji binpêkirinan hatin, mîna girtinên vêsûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin tiştên din hatin; “Ebû Ce’ifer” serkêşê wan milîşeyan li destpêka dagîrkeriyê hemwelatî li meydana gund kom kirin, şorên kêm bi wan re kirin û neçar kirin ku çiloyên daran bixwin; Herweha ew li ser oldarbûn û çûndina mizgeftê têne neçarkirin, û bi behaneya ku stiran û gerdîşeyên Kurdî tersî rewayetiya Îslamê ne, xelkê gund ji lidarxistina dewat û ahengên civakî têne qedexekirin! Weha jî bidehan ji wan bi demine têvel hatin girtin, û piştî dandina vêrgî û baceyine diravî hatin berdan; Û li heyva yekê ji dijberiyê (Rêbendana 2018an), di encama topebarankirinê de, li Bajarê Cindirêsê, hemwelatiyê sivîl “Cîger Emîn Kilos” hate şehîdkirin.

Û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, milîseyan daristanên li dor gund (Eşûnê=/20/hiktar, Selmên=/50/hiktar, Hesê/ Rojavayê gund=/30/hiktar, Îbiş û Şêx Heyder û Elûş=/10/hiktar) qut kirin, bi ser de jî qutkirina dareke sewliyê ye temenmezin li Bakur Rojhilatê gund, û hin caran agirpêxistina bi daristanan; Û ta milîs nişteciyên resen ji komkirina bermayên qutkirina daristanan qedexe dikin, bi behaneya ku anînde ji wan mafdartir in.

Û weha jî wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, pir cîgeh li dor gund -ta ku di nav zeviyên çandiniyê de bin jî- kolandin û tevdan.

= Teqîn û hin qurbanî:

– Li 24.3.2022an Z, bombeyeke zemînî ji bermayên şer li erdekî Bakurê Gundê “Bênê” – Şêrewa teqiya, û di encamê de Hemwelatî “Xelîl Behrî Hemadê /35/sal û kurbirayê wî yê zarok Behrî Mihemed Hemadê/12/sal” ji xelkê gund, di dema ku pez diçêrandin de mirin, û /14/ seriyên dewêr jî vê re.

“Pakrewan “Xelîl Behrî Hemadê”.”

– Li 30.3.2022an Z, teqînek di Avahiya Komînê de – ya mîna maleke gunda- li Bajaroka “El’ehdas” – Bakurê Heleb çêbû, û di encamê de hin ji koçberên Efrînê yên li wê bajarokê rûniştine -piranî jin- hatin kuştin û hin jî birîndar bûn (heft birîndar, sê pakrewan”Cemîle Osman Me’imo /77/sal” ji xelkê Gundê “Qestelê Xidriya” – N.Bilbilê, “Nezhet Seydo keça Ebdo /45/sal, Fîdan Sebrî Çawîş /40/sal” ji xelkê Gundê “Baflûnê” – N.Şera ).

                           

“Pakrewan “Cemîle Osman Me’imo, Nezhet Seydo keça Ebdo, Fîdan Sebrî Çawîş”.”

= Lêketina dibistanekê:

Bi sedema serberdayetî û geregoşiya hilgirtin û karanîna çekan ji aliyê milîseyan û yên hevkar vê re ve, Li Roja Yekşemê piştî Nîvro 27.3.2022an Z, çend avêştekên çeka “doşka” bi ser dibistana Gundê Hisê/ Mîrka de – N.Mabeta ketin, û di encamê de deh şagirt cûrbecûr  birîndar bûn,; Divê were zanîn ku Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” gund desteser dikin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrker ev girtin:

 Li 19.3.2022an Z, Hemwelatî “Îsam Mistefa Mihemed” ji xelkê Gundê “Qirigolê” – N.Bilbilê, yê li Bajarê Efrînê rûniştî, û berê jî bêtirî du sal û neh heyvan di Hepsa Elra’î de hatibû girtin.

 Li 19.3.2022an Z, Hemwelatî “Mistefa Eyûb Heso” ji xelkê Bajaroka Meydankê – N.Şera, û yê ku li B.Efrînê rûniştî.

 Ji du heftan ve, Hemwelatî “Yûsêf Mehmûd Osman” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” ve, bi behaneya ku hin dewarên wî ketine nav çandiniyên wan di erdekî ku wan dest danîne ser de, û piştî îşkencekirinê ew berdan.

 Li 23.3.2022an Z, Hemwelatî “Ebdo Semîr Necar/26/sal” ji xelkê Gundê “Qîbarê” û yê li B.Efrînê rûniştî, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re.

 Li 27.3.2022an Z, Hemwelatî “Reşîd Mihemed Me’imo/26/sal” ji xelkê Gundê “Qirigolê” – N.Bilbilê, yê ku li B.Efrînê rûniştî.

 Li 28.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Adêl Îbrahîm Rûto/54/sal, Îmad Ehmed Beso/52/sal” ji xelkê Gundê “Emara”, ji aliyê “Asayêşa Sivîl ve li Mabeta”, bi tuhmet têkeliyê bi R.X a berê re.

 Li 29.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Mihemed Me’imo kurê Mihemed Horîk/40/sal, Mistefa Hesen Bekir/43/sal” ji xelkê Gundê “Upila”, ji aliyê “Asayêşa Bilbilê” ve û bi hevkariya Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad”, û bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; Û yê yekê li 2.4.2022an hate berdan, û ta niha yê dudiyê bêsûc bendkirî ye.

= Qutkirina daristanan:

 ji rojên pêşîn ji dagîrkeriyê ve, daristanên îhracê li gundên “Meydana” – N.Reco rastî dijayetiyan hatin; Bi taybetî jî li cîgeha Zareta “Şêx Mûse Enzelî” ya Îslamî ya ku li hember Gundê “Gewenda” li aliyê Başûr dikeve, Milîseyên “Feyleq Elşam” hemî darên sindiyanê û tûyê yên temenmezin tê de qut kirin, gora zaretê kolandin û tevdan da ku tiştê nirxbuha tê de bidizin, û herweha hin gorên goristana wê jî tarûmarkirin. Û li vê dawiyê me wêneyine nû ji cîgeha zaretê re bi dest xistin, tê de xuya dibe ku daristanên zaretê yekcar ji holê hatine rakirin.

“Daristana”Şêx Mûs Enzelî” berî û piştî qutkirinê.”

 Piştî vegerandina li du wêneyên (Mijdara 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Reşmeha 2021an Z piştî dagîrkirin û qurkirinê) ku ji aliyê Gogêl Êrs ve hatine girtin, ji cîgeha Rojhilatê Gundê “Cela” – N.Reco re (ya ku daristaneke xwezayî bi rûberiya dora/80/hiktarî tê de), asta wêrankirina ku di encama qutkirina berdewam û agirpêxistinê gihîştiyê de, bi zelalî diyar dibe.

“Daristaneke li Rojhilatê G.”Cela” – N.Reco li (Mijdara 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Reşmeha 2021an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogêl Êrs.”

Armanca serekîn ji destêwerdana Turkiyê di rewşa Sûriyê de, pêkanîna xewnine toranî û vegerandina mîrasine Osmanî ne, ji ber wê Hikometa Dad û Geşepêdanê – El’edalê We’eltenmiyê û hevalbendê wê Tevgera Netewî – M.H.P hemî kanînên xwe dikin, da ku di riya rêxistinên çekdar û siyasî re, Turkmanan bihurhutînin û bidin leşkerkirin.

03.04.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– G. “Xalta” û daristanên hawîrdorê.

– Giropeke wêneyên “Yûsêf Diya’i Arpacik, Mihemed Elcasêm”.

– Pakrewan “Xelîl Behrî Hemadê”.

– Pakrewan “Cemîle Osman Me’imo, Nezhet Seydo keça Ebdo, Fîdan Sebrî Çawîş”.

– Daristana”Şêx Mûs Enzelî” berî û piştî qutkirinê.

– Daristaneke li Rojhilatê G.”Cela” – N.Reco li (Mijdara 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Reşmeha 2021an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogêl Êrs.

——————————————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-192-03-04-2022 – PDF

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

 

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin