Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

.

A+A-

Çar sal ji dijberî û dagîrkeriyê... Binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê, guhertinên demografî yên giştî

Yê/ya ku rewşên Herêma Efrînê ya Kurdî - ya Sûrî ji çar salan ve dişopîne, baş têdighê armancên ku Turkiyê ji dijberiya xwe li ser herêmê ya di 20.1.2018 an de, û bikaranîna cûrbecûr çekên bejayî û asîmanî, eskerkirina dora /20/ hezar nandoz ji milîseyên ku bi Hemahengiya Sûrî - ya Ixwanî ya Rikber ve girêdayî, û dagîrkirina wê ya rastîn ji 18.3.2018 an Z ve, di bin behane û fetweyên merem riswakirî de, xwest bighîjiyê çi bûn? Mîna, hebûn û rola Kurdan di Sûriyê de derbe bike, û rê li pêşiya gîhandina wan ji mafên xwe yên netewî yên rewa re bibire, û fîtnan di nav wan, Ereb û pêkhateyên din ên Sûrî de gur bike.
Bi sedema geregoşî û serberdayetiyê, çêkirin û bazirganiya şênberên tevzînok û hişbirinê, gendeliya giştî, binpêkirin û tewanan û guhertina demografî ya ku gihîştiye Kurdan - nişteciyên wê yên resen, Efrîn bo herêmeke ne aram; piştî ku di navboriya şeş salên borî de yên di siya Rêvebiriya Xweser a berê de, ew bi awakî rêjeyî aram û hêmen bû, û pêşketinên xwezayî di hemî waran de tê de çêdibûn.  
Tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê di herêmê de, di dermafê meriv, dar û keviran de -yên ku weke binpêkirinên mezin ji zagona mirovahî ya navdewletî re têne jimartin, û Civaka navdewletî jî jê re bêdeng e- pêk hatin. Û emê ji nav wan van bi bîr wînin:

 

Kuştinên mebestkirî, tewan û êrişên li dijî sivîlan:
Komkujiyên (tîmargeha mirîşkan a Robariya, Gobelê, Mabeta, Basûtê, Hêkiçê, Nexweşxana Avrîn, Berbenê, Cindirêsê, Firêriyê, Taxa Mehmûdiyê, Yalanqozê...HWD) pêk anîn, û karwanên sivîlan li dema êrişa li ser Efrînê armanc kirin. Yanê, em kanin bibêjin ku, hejmara qurbaniyên êrişkeriyê gihîşte dora /300/şehîdên sivîl -di nav de bi dehan zarok û jin- û bêtirî /1000/ birîndarên sivîl, ji bilî pakrewan û birîndarên "YPG, YPJ, Asayiş û xwebexşan". Lê, dora /200/ sivîl ji yên bi sedema piroseyên dizînê yên çekdarane, işkencekirin, teqîna makîne û bombeyan, jinavbirinên govdeyî, jiyantunekirin û yên din, ji 18.3.2018an ve û ta niha, bûne qurbaniyên pakrewan - yên me kanî belgebikirana; Ji bilî wan jî mirinên ji qehra re, bi sedema bindestkirin û tûşîkirinê, yan jî ji ber mercên jiyankirinê yên zehmet ên ku dagîrkeriyê dayî ferzkirin ve.


Kolekirin û sêfîlkirina sivîlan:
Desthilatên dagîrkeriyê ta niha bi mebest hewil didin, di hemî waran de pûçbûneke giştî çêbikin, deriyên kar li pêş xelkê Efrînê bigrin, û bi ser de jî, mal û milk û arziyên wan talan bikin, werzên zeytûn, liban, meywe, simaq û çiloyê mêwa ji xwe re bibin,  samanên wan ên nawirane (dewar û mirîşkan) yên nirxa wan dora/20/milyon dolar, li sala yekê li arê bidin; Ji bilî wê jî, ziyanên hemî cûreyên dewarên din (hesp, bergîr, qantir, ker û kewarên mêşan), û rawestandina tîmargehên mirîşkan ji kar, an jî wêrankirina hinan ji kokê ve, bi sedema bombebarankirin û dizînê.
Ziyanên werzên zeytûna yên salên /2018, 2019, 2020, 2021/ -jêdera jiyanê ya serekîn ji xelkê Efrînê re- gihîşte derdora /250/milyon dolar. Bi ser de jî, ferzkirina vêrgî û sezayên diravî li ser wan tê berdewamkirin, û herweha bi karanîna hin ji xelkê wê bê kirê. Û weke nîşandan ji roxandina binevahiya aborî di Efrînê de, ji tevahiya /850/ kargehên dirûtina cilan - ên ku, didan bazarên Sûriyê tev de û hin welatên cîran jî - li piştî dagîrkeriyê tenê /50/ jê mane, û yên mane jî di pileya xwe ya herî nizim de jî kar dikin. Û ziyana warên pêşesazî û aboriyê bi giştî pir e, rêjeya bêkariyê bilind bûye, û belengazî û perîşanî gelek fere bûye.


Dûrxistina nişteciyan û guhertina demografî:
Koçberkirina zorane ji /250/hezar nişteciyên resen di dema şer de bi riya kiryarên dijayetî, û qedexekirina dora /200/ hezarî ji wan ji herêmên penaberiyê û hundir Sûriyê bo herêma wan, bi sedema girtina Desthilatên Turkiyê ji derbasgehên Efrînê re, û ji ber wê jî, ew li herêmên penaberiyê(bajarokên Niblê û Zehrayê, û gund û bajarokên Şehbayê - Bakurê Heleb...) mişextkirî man, û hin jî reviyan Heleb, û herêmên Kobaniyê û Cezîrê, û di heman demê de, Desthilatên Sûriyê jî hemî dergeh li ber guhestina wan girtin. Herweha bi dehezaran malbatên çekdaran yên nandoz li ba Turkiyê û malbatên koçberên "Xota Şamê" û gundewarên "Humsê, Hemê, Idlib û yên din" li Efrînê û navçên wê, û li ser hesabê arziyên nişteciyên resen, û di çadirgehên tewşankî de, hatin niştecîkirin, û hin gundên niştecîbûnê yên nimûneyî hatin avakirin, jê dudu "Besme, Kiwêt Elrehme" li nêzîk herdu gundên "Şadêrê - Şêrewa, Xalta - Çiyayê Lêlûn" hatin vekirin; Vê yekê, guhertinek mezin di bingeha demografiya herêmê de çêkir, û rêjeya Kurdan daxist kêmtirî /25%/, ya ku, berî dagîrkeriyê bêtirî /95%/an bû, û bidehan ji kes û malbatan di navboriya sala 2021an Z de vegerîn cî û warên xwe, lê ew  rastî lêkolîn û ferzkirina vêrgiyên diravî hatin, hin jî hepis bûn, û hinan jî nikanîn malmewalên xwe vegerandana; Weha jî guhertina demografî gihîşte warin din, bi ser de jî zextên zêde yên rojane li dijî Kurdên li herêmê mane têne kirin, da ku neçar bibin erd û milkên xwe berdin û koçberkirina zorane berdewam bibe; Û ev guhertina dighêje asta qirkirina nijadî di dermafê neteweyeke cîwaz de.

 

Işkencekirin an danûstandina nemirovane yan danûstandinên kêmrûmetkirinê:
Xelkê Efrînê yên mane, rojane rastî rûmetnizimkirinê û piroseyên revandin û girtinên bêsûcane yên fere dibin, û piraniya revandî û girtiyan -di nav de jî jin, negîha û temenmezin- hatin işkencekirin - ewa ku bûye kiryareke rojane - , û hin ji wan li gor perçevîdiyoyeke belavkirî bi şerjêkirinê hatin gefkirin, û ta niha çarenûsa dora /500/î ne diyar e; Û xwediyên piraniya yên berdayî vêrgiyên diravî dan, ta hin caran gihîşte /20/hezar dolar. Û li nîvê dudiyê ji sala 2020an ta dawiya sala 2021an Z, Destlatên Dagîrkeriyê hin ji girtiyên ku di navêna /2-3.5/ salan de zorane veşartî berdan, piştî ku tenduristiya wan bi şûn ve çû. Ev tiştên jorin hebûna hepsên bidizî tekez dikin, û ya herî navdar û dengbed jê jî hepsa Bajaroka "Çobanbegê - Elra'î" ye, ya ku hîn doseya xwe nehatiye girtin, û tê de dora /15/ an jî mirine, bêyî ku termên piraniya wan radestî xwediyan bibin an jî bi mirinê bêne agahdarkirin, bi taybetî jî ew li cihekî nediyar hatin veşartin; Û ji ber nexweşiyên ku bi wan re hene yan îdamkirina wan, tirs li ser jiyana hinekan heye; Herweha jî yên ku hatine berdan, newêrin li ser wan hepsan û mercên tê re derbas bûne bipeyivin.

 

Bindestkirina çandî û netewî:
Daxuyanên ku, pircaran berpirsiyar û leşkerên Turkiyê û serkêşên milîseyên cîhadîst û endamên wan, li ser gawirbûna Kurdan û tewanbarkirina wan bi cudexwazbûn û terorîzmê didan, û herweha fetweyên rewakerên " Şoreş û cîhadê" yên ji bo talankirina arziyên Kurdan û ziyangîhandinê davêtin, di bingeh de nîşana dijayetiyek nijadî û şofînî bi aliyê Kurdan ve ye, zordarî û bindestkirin bi rengekî rêbazkirî li dijî wan tê meşandin, yên hatine niştecîkirin di ser wan re têne girtin, û bi ser de jî, bi aliyê dijîkirina Kurdan û mal û milkên wan ve têne têvedan. Ji bilî wê jî, şerê çand û zimanê Kurdî, guhertina zanînwer û navên gund û bajarokan û meydanên giştî, û hewildana jihevşelandina tevna civakî, qedexekirina vejînkirina cejna wan a netewî "Newroz", û dijayetiya simbolên wan têne kirin, û di vî warî de roxandina peykera "Kawa", û jiholêrakirina venîşteka "Newrozê" û guhertina wê bi Gergeha "Selah Eldîn El'eyûbî"nimûne ne. Bi ser de jî, neçarkirina xelkê Efrînê û anîndeyên tê de, bo wergirtina kertên danasîna kesayetî (yên ku, Desthilatên dagîrker bi zimanên Turkî û Erebî derdixînin), da ku hemî di çarçeweke civakî ye nû de -bi Nasnama "Osmaniya nû"- werin pişaftin û helandin.

 

Bindestkirina olî:
Êzdiyan gelek binpêkirin dîtin, ji koçberkirinê ve bigir, ta kuştin, işkencekirin, şelandin, qedexekirina wan ji bikaranîna gerdîşe û bîrûboçûnên xwe yên olî û vejînkirina cejnên xwe yên salane, herweha neçarkirina hin ji wan ku di mizgeftan de nimêjê bikin, û pêlîskandin û roxandina hin zaret û goristanên wan, û ji qerezê wan re jî, avakirina mizgeftan di gundên wan de. Herweha jî kinîsa tekane hate dizîn û talankirin, û bi ser ku berê Mesîhî pir hindikin, tu kes ji wan newêre olîtiya xwe ragihîne jî. Tiştê hîn bi robet, hin mizgeft jî di dema êrişkeriyê de hatin bombebarankirin, û kelûpelên wan (sicade, firaxên baqirî û amûrên elektirîkî û dengane) hatin dizîn. Weke tê nasîn Efrîn civekeke vekiriye, û di baweriyên xwe yên olî de, ne tund û tûj e, lê, talanker kiryarên olî û civakî yên sert belav dikin, û kar dikin ku li ser nişteciyên resen bi hemî endamtiyên wan ên olî, ferz bikin. Bi taybetî jî tevgereke olî ye çalak, li gor şêweya Osmanî - Ixwanî, û bi serpereştiya "Sekna Diyant" a Turkî, li herêmê tê meşandin. Û diyardeyên vejînkirin û şahiyan li nav xelkê Efrînê di cejnên "Rojiyê û Qurbanê" de, û di nav hestên xemgîniyê, jihevdûrketin û heyamên bindestkirin û zordariyê de, wenda dibin.


Turkirin, tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû:
Hikometa Turkiyê siyaseta Turkirinê, belavkirina tundrewiya olî  û ramanên Osmaniya nû - bi taybetî di nav xort û zarokan de - û bi riya kampaniyên ragîhandinî û di bin gelek navan de ( komeleyên karguzarî û çandî û olî, zanîngeh û amojgeh û dibistanên taybet, navendeyên çandeyî Turkî, çalakiyên ciwanî, vejînkirina boneyên Turkî û hildana ala Turkiyê bi piranî, û bikaranîna nîşana "Gurên Beresorî", korsên perwerdeyî...HWD), karanîna rêbazên xwendinê yên eydiyolocî, û ferzkirina hînkirina Zimanê Turkî, Li kêlekê jî  şerê çand û kevnetora herêmê, û bi şîret û serperştiya istîxbaratên Turkiyê didomîne. Û herweha jî, hewildanên guhertina nasname û çanda herêmê û xelkê wê, roxandin û dizîna arziyên wê yên çandî, û jiholêrakirina dîroka wê berdewam in. Û ya dawiyê jî, guhertina perestgeha "Nebî Horî" ya berjorî ya Romanî û mizgefta hevcîwar bi zanînwereke Turkî - Osmanî; Ev yeka jî, li dijî "Hevpeymana Lahayê - /14/ Gulana 1954an a ji bo parastina sermiyanên çandî di

 rewşa şeran de" ye.


Wêrankirina malmewlan bi rengekî fere û destdanîna ser wan:
Ji roja yekê ji êrişkirinê ve, wêrankiina malên rûniştinî, û arziyên giştiyane û taybet hate kirin, û talankeran kelûpelên malan dizîn û dest danîn ser milkmewalan, wêlomê jî roja 18.3.2018an bi Roja "Kuliyan" hate navdan, ji ber ku wê rojê bi şêwakî fere firoşxane, embar, mal, alav û amûr, li ber çavên cîhanê, li Efrînê hatin talankirin, û ta niha jî, dizîn û talan û çetekirin bi rengekî fere berdewam in. Piraniya guvêşgehên zeytûna, kargehên bêrîn û sabûnê, çêgehên kincan, û firoşgeh û embarên herêma pêşesaziyê rastî dizînê hatin, an jî ji bo parastina çêgehên xwe yan vegerandina tiştên hatine dizîn, xwediyan tibabin diravî yen mezin dan, û weha vêrgiyên mehane jî didin. Û piroseyên destdanîna ser firoşxane, mal, zevî û erdên çandiniyê -bi taybetî yên ku, xwediyên xwe ne hazir û hin jî yên hene - bi riya gelek fêlbazî û şêweyan berdewam in; Yên ku tevahiya wan zêdetirî nîvî milkê xelkê Efrînê dike. Herweha çekdar û yên hatine niştecîkirin mal û firoşxaneyên xelkê Efrînê ji xwediyan re vala nakin, bi ser ku xwedî timî daxwaz dikin û giliyan radikin. Bi ser de jî, hin malbatên Kurd ji malên wan an jî ji yên merivên wan diqewtînin, da ku anîndeyan li şûnê bi cî bikin.


Dizîna zêta zeytûna:
"Hevkariyên gerantîkirina çandiniyê ya Turkî - Te'awiniyat El'itîman Elzîra'î Elturkî" yên ku pir destûrên awerte daniyê, lîstak bi buhayin nizim ji bo kirîna zêta zêtûna ji herêma Efrînê (ya ku, li derve pir buha tê firotan), di her çar salên borî de biderxist; Da ku ji Turkiyê û hevkarên wê re qezencekî pir wîne, û pê milîseyên terorîst û nandoz werin piştgirîkirin. Û bi taybetî navendeke bazirganî Turkî ji bo kirîna zêtê, li Guvêşgeha "Rif'etiyê" - Bajarê Cindirêsê heye, û dest daniye ser kirîna 80% ji tevaya berhema zêta herêmê, û bi makînên baran di derbasgeha "Hemamê" ya nû re bo "Hetayê" - Turkiyê hate guhestin - bêyî ku di Herêma Azad a Bajarê "Qirixanê" re derbas bibe, û bêyî ku bi rengekî sîstemkirî were tomarkirin. Yanê bi ser ku ew ji welatekî din tê, lê nakeve piroseya istîradê, paşê jî hin guherîn di zêtê de hatin çêkirin, û di bin navnîşana " li Turkiyê çêbûye" de, li cîhanê hate firotan. Û nûnerin ji wan hevkariyan çûne Emrîka, da ku ragîhandinê ji zêtê re çêbikin.

 

Dîlgir û hepiskirina nerewa û veşartina zorane:
Ta niha artêşa Turkiyê hejmar û çarenûsa dîlgiran ên li ba xwe açiq nekiriye, weha zîndanên taybet ên milîseyan jî hene, û ta niha jî dora /500/ kesên girtî bi rengekî zorane veşartî ne, û çarenûsa wan ne xuyaye. Û bînerdayînên hin kesên hatine berdan, xuyan dikin ku dora/1500/ kes di hepsa Bajaroka "Elra'î" de û di bin işkencekirin û mercên sert de bûn, û piranî hatin berdan; Û ta niha hin di nav destên çeteyên çekdar -weke revandî- de ne, û berdana wan li ser dandina vêrgiyên diravî yên mezin ji aliyê merivan ve sekiniye ye, yan jî hatine kuştin. Di navboriya nîvê diwem ji sala 2020an de ta dawiya sala 2021an Z, Destlatên Dagîrker hin girtiyên ku ji/2-3.5/salan ve zorane veşartî ne berdan, û ew jî hebûna zîndanên diziyane tekez dike, bi taybetî jî ew vîdiyoya ku li dema milîseyên "Ceyş Elîslam" êriş birine ser Biryargeha "Firqit Elhemzat" - Avahiya Asayişê ya berê li Hirşê "Mehmûdiyê" - Bajarê Efrînê, li 28.5.2020an hatiye belavkirin, û tê de /11/jinên ji du salan ve hindakirî, hatine diyarkirin.


Girtinên tewşankî yên bêsûcane:
Ji bilî revandin, libaxwehîştin û pêlên seknandinê, kampaniyên biservebirinê û girtinên tewşankî - bi tewanbariyên têkeliyê (Leşkerî yan sivîlî yan xwebexşane ji bo kargûzariyê û yan jî parêzvaniya şevayî û hin din) bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ya ku dora çar salan di ser re derbas bûye.   Û istîxbaratên Turkiyê serkêşiya hilmetê bi riya alavên xwe yên xwecihî (asayêş, dadgehan, milîseyan, toreya sixûran...) dikin; Hin caran vêre jî, lêdanên yekser li pêş çavên xelkê, û işkencekirin li navendên lêkolînan, destdanîna ser amûrên mobaylan, lêgerînkirina di malan de, pêlîskandina kelûpelan, kêmrûmetkirin û dizîna hin malmewalan, çêdibin. Û hin caran ew di dermafê heman kesan de pênc caran bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re têne dubarekirin, û dighêje jin û negihîştî û temenmezinan jî; Û li dawiyê bi hepiskirin û vêrgiyên rengereng têne cezakirin, û hin caran cezayên sertir jî têne dandin, Weke ku dadweriya Turkî sezaya zîndankirina tevaya jiyanê da hin girtiyên sivîl, û hepiskirina dehên din bi demên cûrbecûr, û hin ji wan ji Efrînê bo Turkiyê hatin guhestin. Û bi fisûkî û raporên bi kîn ên ji aliyê istîxbaratên Turkiyê ve amedekirî, xelkê Efrînê yên li Turkiyê rûniştine jî têne girtin. Di vir de Hikometa Turkiyê li gor mada/70/ê ji Hevpeymana "Cinêvê" ya çaran a /1949/an "a ku, rê nade dewleta dagîrker kesekî/keseke parastî, li ser kiryarên ku berî dagîrkeriyê kirine yan nêrînên dane, bigre yan bide dadgehkirin an tewanbar bike...", berevajiyek bi cers dike.
Girtinên tewşankî û bêsûcane bi şêwakî fere û bi pilan û rijd têne kirin, û ne tenê di dermafê yên nêzîk Rêvebiriya Xwerser a berê de, lê di dermafê piraniya Kurdan de - nişteciyên herêmê yên resen. Armanc jê jî, ne tenê komkirina peran e û hew, belê kêmrûmetkirin û tirsandina nişteciyên resene jî, da ku, wan berve berdana mal û milkên wan ve têvedin, û bingeha daxuyanên asayî li ser wan ji istîxbaratên Turkiyê re çêbikin, û bi taybetî, piraniya binpêker û tewankaran nayêne sezakirin û bi hêsanî jê difilitin, di dema ku zagon û dadwera li Efrînê hatiye damezrandin, û bûye alava guvaştin û zextê li ser girtiyan û nişteciyên resen, û ne ji bo vegerandina mafên wan û redkirina zordariyan, û sezakirina tewankaran û girtina dizan in; Ev jî tekez dike ku, ew siyaseteke dijayetî ye rêbazkirî ye, û yekser bi serpereştiya Turkiyê li dijî Kurdan têye meşandin.


Redkirina giliyên hemwelatiyan:
Piraniya yên binpêkirin û tewan di dermafê wan de hatine kirin, ji tirsa re newêrin hewaldin, û tu lêkolîn û dadgehkirinên dadmend ji wan binpêkirin û tewanên tên ser sivîlan re nayêne çêkirin. Û herweha desthilatên dagîrkeriyê bi berpirsiyarî guh nadin giliyên hemwelatiyan, nejî bersivên bawerbûyî didin wan, û ne jî çarenûsa girtiyên bi zorê veşatî didin xuyakirin. Û hin ji wan dadgehên çêkirî, tenê ji bo tuhmetên çêkirî yên li dijî girtiyan û sezakirina wan bi vêrgiya ne. Û piraniya xelkê Efrînê nikanin giliyan rakin an giliyên dadwerî li dijî yên tewan di dermafê wan de kirine hildin, ji ber ku dibe ji nûve werin sezakirin. Ji ber wê, tu dibînî çawa ji daxuyan û axaftina li ser binpêkirin û tewanên ku dighêne wan, xwe didin yal, û hin caran ji neçarî hin ji wan bervajî bûyerên hene bîneriyên xwe didin. Weke çawa "Komîta redkirina zordariyan" a ku ji Rezbera 2020an ve, ji nav serkêşên milîseyan çêkirî hat, da ku rûyê dagîrkeriyê sipî bike, û li ser wan tewanên mezin veşêre; Û ew jî di bin fişara bi hezaran raporên ku li ser binpêkirin û tewanan hatibûn belavkirin de bû.


Ziyangîhandinên pir bi jîngehê û nixuma geyayî:
Ji berî talankirinê Desthilatên Turkiyê rûberin çandiniyê û ihracê di dema avakirina dîwarê çîmentoyî yê cudabûnê de, bi kûraniya /200-500/M û di ber sînor re, bi dirêjiya /150/KM rêşkirin, herweha li wexta êrişkeriyê, bi hezaran darên zeytûnê ji pir cîgehan weke (Çiyayê Bilêl, Curqa û Gundê Dêrwîş û gundê Çê - navça Reco, gundên Hemamê, Merwaniyê Jorin û Jêrin û Aşkê Xerbî - navça Cindirêsê, gundên Anqelê, Qermîliq û hersê Çeqela - navça Şiyê, di navbera gundên Kefircenê û Metîna - navça Şera, û çiyayê Şêrewa), bi mebesta avakirina bargehên leşkerî, bi alavên leşkerî  hilkirin; Û şewtandin û qutkirina bêwijdan û fere - yên ku berê herêmê tucarî weke wê nedîtine - gihîşte  daristanên ihracê yên xwezayî û çandiniyê, darên pir kêm û temenmezin bi giştî, û herweha qutkirina bêwijdan ji sedhezaran darên biber (zeytûn û hin din) û bihezaran jê jî bi tevahî, ji aliyê milîs û anîndeyan ve, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê. Û ew tûşîkirinên li dijî dar û daristanan dighêjin asta qirkirina jîngehê; Û li gor pisporên çandiniyê, tevahiya rûberên daristanan li Efrînê weha ye: (ya xwezayî /18500/hiktar+ya çandiniyê /21000/hiktar = 39500 hiktar), û di navboriya çar salan de, rêjeya qutkirin û şewtandinê dora 50% ye.
Bi ser de jî, çêrandina keriyên pêz bêwijdan di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, da ku ziyanek pirtir bighêjiyê, û bê ku xwediyên wan wêribin an kanibin qedexe bikin.
Yek ji stûnên dijayetiyê ya ku Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, derbkirina têkeliya mirovê Kurd li Efrînê bi jîngeha wî ya xwezayî û malmewalên wî re ye, yanê jicîhejandina tamarên civakê û lawazbûna wan e.  


Armanckirina cîgeh, çêgeh (kargeh) û malên sivîlane:
Artêşa Turkiyê bêdudilî binevahî û çêgehên sivîlî (nexweşxane, navendên bijîşkiyê, tîmargehên mirîşkan û yên pêz, dibistan, mizgeft, zaretgehên olî, avahiyên rêvebirinê, nanpêjgeh, stasyonên ava vexwarin û avdanê, çêgehên Benda Meydankê, û guvêşgehên zeytûna) armanc kirin, û beşek mezin jê tûşî wêrankirina mebestkirî û dizînê bûn, mîna: " toreyên telîfûna binzemînî û elektirîkê yên giştî. Û ta niha piraniya wan çêgeh û binevahiyan derveyî xizmetguzariyê ne, û li şûna hinan jî, çêgehên saziyên Turkiyê hatin avakirin. Herweha di dema êrişkeriyê de, hin malên navendên navçan û gundên pêve girêdayî hatin armanckirin û hinek jî hatin şewtandin.

 

Destdanîna ser hin gundan:
Bi awakî mebestkirî Artêşa Turkiyê û milîseyan dest danîn ser hin gundan û nehîştin xelkê wan vegerinê, mîna: "Qestelê Cindo, Baflûn, Sînka, Be'irava - navça Şera, Cilbirê, Gobelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê û Xalta - Robariya, Çê û Derwîş - navça Reco, Şêxorzê û Qota - navça Bilbilê, û Tilifê - Cindirêsê..." Û ji xwe re kirin biryargehên leşkerî yan rûniştgeh ji çekdaran re.
= Bindestkirina jinan, destdirêjiya zorane, û mêrkirina di bin fişarê de:
Di bingeh de, ew milîseyên cîhadîst ên selefî, di civakên xwe de - bê redkirin - jinan bindest dikin, ji dubarekirina jinanînê de bigir, ta serûgirtinê, belavkirina cins

 û hinên din. Û ew in ên bindestkirina jinên Kurd li Efrînê li gor heman mejiyê qirêj bindest dikine;
Bi ser ku, piraniya yên ew tewan di dermafê wan de têne kirin newêrin hewaldin, an gilî bikin û dozên dadwerî di dermafê wan de rakin, nûçeyên hin destdirêjiyên cûrbecûr, û zorkirina li ser keçikan ji bo mêrkirinê yan çewsandina yên negîhayî, û hin nûçeyên revandin, zorbirin û kuştina mebestkirî, li dû hev dertên, û ji ber tunebûna aramiyê û ji tirsa binpêkirinan re, piraniya xelkê newêrin keçên xwe bişînin dibîstanan, bi taybetî jî yên li gundan rûniştine.

 

Wêrankirina goristan û cîgehên kevneşopî, û dizîna kevneşopan:
Êrişkeriya Turkiyê gelek cîgehên kevneşopî wek "Girê Endarê, Nebî Horî, Teqlekê, Marmaron..."bi bombebarnkirina giran armanc kir, û ziyanên mezin gîhandinê, da ku zanînwerên wan ên dîrokî wenda bibin. Herweha, destlatên dagîrkeriyê çavan ji ser piroseyên dizîna şopeweran û lêgerînkirinê dadimrînin, û serpereştî û pişikdariya pirekan jî dikin, Wek kolan û lêgerîna ku li cîgeh û girên (Horî, Endarê, Berad û Marmaron, Birc Ebdalo, Qîbar, Cindirêsê, Gemrûkê, Sêmalka, Zirafkê, Kitix, Dirûmiyê, Dûdêra Meydankê, Merwaniyê Jêrin, Cirnaz, Bazarê, Xirabê Elo, Ke'ûra, Bilêlko...û HWD) û gelek zaretgehên Islamî û Êzdî jî, ta asta ku cîgeheke kevneşopî -bi ser pirbûna wan ve-li Efrînê nema ku tûşî tevdan, dizîn û wêrankirinê bi hemî alavên sivik û giran nebû. Û ji aliyekî din ve, goristanên şehîdan li "Kefirsefrê, Metîna û Keferşîlê", û gorên kesayetiyên olî û çandî jî weke (gora Duktor "Nûrî Dêrsimî", û weha jî roxandina kêlikên tirbeyên ku bi zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin.


Belavkirina Bêserûberî û serberdayetiyê:
Hikometa Anqerê hewilneda ku asa û aramiyê li Herêma Efrînê peyda bike, bi stubariyên xwe ji bo peydakirina sazûman, aştiyaneya giştî û parastina sivîlan ranebû, encûmenên xwecihî - weke alav ji cîbicîkirina siyasetên xwe re - çêkirin, û destên milîseyên cîhadîst û terorîst filitandin, da ku binpêkirin û tewanên qirêj pêk wînin; Ewên ku ji bo herikiyên qirêj, jiholêrakirinên hundirîn û nelihevkirinên dizîn û çarçewa bandorkirinê, di nav hev de şer li hev dixistin. Herweha, teqandinên terorîst jî di nav sivîlan de hatin kirin, û di encamê de qurbaniyên şehîd û birîndar çêbûn; Û weha jî, teqîneyên bombeyên teqîner jî pir bûn, û bi taybetî yên ku hin serkêşên milîseyan û endamên wan kirine armanc. Û ji aliyekî din ve, ji ber topebarankirinên Hêzên Turkiyê û milîseyên bi ser ve, bi herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê re, Bajarê Efrînê tûşî êrişên mûşekî hat, û di encamê de, ziyanên şênberî, qurbaniyine kuştî û birîndar ketin.

 

Binevahiyên lawaz û nizimbûna xizmetguzariyan:
Roxandin û dizîna mebestkirî gihîşte binevahiyên bingehîn ji tore, stasyon û navendên elektirîkê, telîfonê, ava vexwarinê, dibîstan, amojgeh, zanîngeh, tore û coyên avdanê yên çandiniyê, giropên zayendokên enerciya elektirîkê, şaredariyan, û hin ji wan jî kirin biryargehên leşkerî; Ji ber wê, asta xizmetguzariya wan pir daket an jî nema, û xizmetên niha pêşkêş dikin nizim in; Û kêmbûna sûtemeniyan û buhabûna nirxan, pişta xelkê şikand; Ji aliyekî din ve, piraniya sazî û dezgehên Hikûmeta Sûriyê jî ji xizmetguzariyê hatin derxistin.


Bikaranîna çekên qedexekirî:
Nûçeyin ji Rêvebiriya Xweser ve derhatin, dan xuyan ku artêşa Turkiyê bombeyên goşeyî yên qedexekirî, û herweha gaza kilorê jî li gundê "Erendê"- Navça Şiyê di dema êrişa leşkerî de, bi kar anî ye.


Pêlîskandina bi terman:
Di dema şer de, çekdarên cîhadîst hin perçevîdiyo belav kirin, tê de xuya dibe ku çawa ew bi rengekî hovane kiryarên qirêj di dermafê termên şehîdan ên şervanên Kurd de dikin, û tewana wan a di dermafê terma Pakrewana Kurd "Barîn Kobanî" de, ji asta kîndariya wan a veşartî re, nimûneya herî balkêş û bi robet bû; Herweha milîseyan -piştî ku şer hate dawîkirin' nehîştin xelk termên hin şehîdên şervan ên Kurd jî veşêrin, û li çolê û servekirî bi heyvan man.
= Penaberên Efrînê yên bi zorê hatine koçberkirin:
Koçberên Efrînê yên ku li herêmên Şehba'i, bajarên "Niblê, Zehra'i", Til Rif'et, Dêr Cimêl û hin gund û bajarokên "Çiyayê Lêlûnê" - Bakurê Heleb (yên di bin desthilatiya artêşa Sûriyê û bandoriya Rûsî de) rûniştine, jiyaneke ne baş û xemgîn derbas dikin. Hejmara wan dora/75/hezar nişte ye, jê /9/hezar di pênc çadirgehan (kampan) de rûdinin. Ew ji çar aliyan ve - weke hepseke mezin - dorpêçkirî ne, û ji aliyê hêzên Hikometa Sûriyê, milîseyên rikber û artêşa Turkiyê ve çênabe werin guhestin. Herweha ew bi pirogramên Neteweyên Yekgirtî yên fîxana mirovahiyê ne giştîkirî ne. Wehajî ew ji kêmbûna derfetên kar û xizmetguzariyê (elektirîk, ava vexwarinê, tenduristî, hînkirinê û hin din) zehmetiyan dikşînin.  Daxwaza wan a bingehîn jî vegera li cî û warên wan e.
Û ji aliyekî din ve, bombebarankirina hêzên Turkiyê û giropên çekdar ên bi ser wê ve, ji gund û bajarokên Bakurê Heleb re (yên ku, xelkê Efrînê penaberê bûne) dubare dibe, û ziyanên şênberî û qurbaniyên pakrewan û birîndaran li şûn xwe çêdike, weke çawa li 2.12.2019an Z, di komkujiya Bajaroka Til Rif'etê de çêbûye.


Avakirina dîwareke cudahiyê:
Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî li dor biryargeh û bingehên xwe yên li navenda Bajarê Efrînê û navçeyên wê ava kirin, û ew bi hemî pêdiviyan xizmetkirî ne. Herweha jî, wê dîwarek bi bilindbûna du metroyan li nêzîk gundên "Kîmar, Cilbir û Meryemînê" - Başûr Rojhilatê Efrînê -wekû pêngaveke bi gûman ji damezrandina dîwareke jihevcudakirinê bi Heleb re be - ava kir; Û ta niha Herêma Efrînê ji B.Helebê cudakirî ye, û tu derbasgên mirovahî jî di navêna wan de tuneye.
Di dema şer de li ser Efrînê, Turkiyê bi biriyara sarkirina şer /2401/ a ku ji Encûmena Ewlehiyê ve, li 24.2.2018an hatiye der pabend nebû, û ne jî bi naverokên biryara wê /2254/ya sala/2015/an ji aliyê "avêtina pêngavên lêhatî yên ji bo parastina sivîlan de bigir, ta peydakirina mercên guncaw ji bo vegera aram û jixweber ji koçber û penaberên hundirî re bo herêmên wan ên resen, û ji nûve avakirina herêmên ku ziyan gihîştinê, û li gor zagona navdewletî" pêgiriyê dike; Bi ser ku ew bi rengekî rastîn û giştî (leşkerî, rêvebirî û serwerî) herêmê destser dike. Û ji ber ku herêm dagîrkirî ye, divê Turkiyê bi erk û stubariyên xwe rabe, û bi zagona mirovahî ya navdewletî pabend be.
Herêma Efrînê di dorpêçkirineke temam de ye, ragîhandin bi ferzkirina destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê lê tune ye, nişteciyên wê yên resen di jiyana rojane de pir êşekan dibînin, û ew li pêş seredanên alavên ragîhandinê, rêxistinên mafewî û sivîlî -yên bi mafên mirovan guhdanê dikin- û şandên perlemanî girtî ye, ji bilî hin seredanên tekane yên bi gotin û çîrokên Turkiyê re sazkar.
Bangewaziya xelkê Efrînê -li kû dibin bila bin- bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê ye, derxistina milîseyên terorîst ji herêmên wan e, û vegera hemî penaberan bo cî û warên wan e. Û li gor benda/1/ê ji biryara "Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî" /1514/ - dîrok 14.12.1960 (ya ku, dibêje: Bindestkirin, kolekirina,  desthilatkirin û çewsandina gelan ji aliyekî biyanî ve, nepejrandine ji mafên mirovan ên bingehîn re, tersî belgenameya Neteweyên Yekgirtî ye, û doza aştî û hevkariyê yên cîhanî kend dike), Kurd di xebat û berevaniya xwe ya dadmend de, bi hemî şêweyên rewa di ber doza xwe de, û ji bo tazîkirina siyasetên Turkiyê yên dijayetî û riswakirina binpêkirin û tewanên dibin de, berdewam in. Herweha, li ser asta Kurdistanî, niştîmanî Sûrî û navdewletî, bang li hemî yên têkildar dikin ku kar bikin, da ku bêdengiya li ser rewşên pîs ên li herêma wan serwerkirî heye bişkînin, û Hikometa Anqerê bi aliyê danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re, dawîkirina dagîrkirina wê ji herêmê re, û vegerandina herêmê ji serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê re   têvedin.

21.01.2022
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin