Efe Tektekînê Diyarbekirî jiyana xwe ji dest da

Efe Tektekînê Diyarbekirî jiyana xwe ji dest da

Efe Tektekîn ê ku di 11’ê Îlonê de li Diyarbekirê dibin maşîna zirêpoşê de bi dijwarî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

A+A-

Efe Tektekîn ê ku di 11’ê Îlonê de li Diyarbekirê dibin maşîna zirêpoşê de bi dijwarî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku di Hezîrana sala 2018yê dem, bapîrê Efe Tektekîn, Mehmet Tektekîn jî ji encama wergerrana Maşîneke zirêpoşê jiyana xwe ji dest dabû. Termê  Efe yê 6 salî, îro li Goristana Yenîkoyê ya Diyarbekirê bi axê re dihêt spartin.

 

Li Diyarbekirê zaroyek 6 salî,  bi navê Efe Tektekîn, dema li navçeya Rezan li kolanê dilîst; kevt bin maşîna zirêpoşî bi dijwatrî birîndar bû.

 

Efe yê ku li 11yê Îlonê birîndar bibû, îro (13.09.2019) jiyana xwe ji dest da. Termê Efe Tektekîn îro li Gorîstana Yenîkoyê dê were veşartin. Hejî gotinê ye ku par, di meha Hezîranê de, Mehmet Tektekîn bapîrê Efe, jî  di temenê ê 85 salî  de bi heman şêwe jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin