Êdî bes e!

Êdî bes e!

Arşevê Oskan

A+A-

Zimanên dijminan bi zarokên xwe şêrîn bikin û zimanê dayikê jibîr bikin!

Zimanê dîrokê bi ser belengaziya min û xwe de dirêj bikin!

Xwe li ber dijminan lawaz û bêçar bibînin, çavşikestî û kole bin!

Bi zimanê dijminên xwe pirtûkan bikirin û guh li pirtûkên xwe nedêrin!

Sînor û dîwaran di navbera çar dilan de xurt û bilind bikin!

Keleman di riyên hev de biçînin û hev bilikumînin!

Bibin zilamên girûpên xwe û paşeroja kurdayetiyê tarî bikin!

Kîn û zikreşiya hev bikşînin û baweriyê ji hev bibirin!

Rewşenbîrên ku ne hevalên we bin, ji ferhengan bavêjin!

Dilên xwe bi xwe bişewitînin.

Malbatên kurdan ji hev belawela bikin û bira bikin dijminê bira!

Xwe pezê bê şivan bibînin û geh jî pir şivanî bin!

Kurdistanê bi gorî serokan kin!

Tenê çend gavan li pêşiya xwe bibînin û ji paşerojan re kor bimînin!

Mîna kewên gozel, birayên xwe têxin dafan!

Li ser axa bav û kalan bibin biyan û penaber û ji hêlîna xwe koçber bibin!

Pesnê miriyan bidin û li bendî mirina saxan bin!

Qertelên laşê mirî bin û ne mîna bazan li nêçîra sax bigerin!

Miletekî ji xwendin û nivîsandinê hez nekin û ji tirêna dîrokê bimînin!

Sêwiyên Tirk û Ereb û Farisan bin!

Ji hev re şêrê zinaran û ji dijmin re roviyê deştê bin!

Di bin alên mijgirtî de li ser kabokan bimeşin û aleroja xwe pûç bikin!

Dara jiyanê di bin lingên xwe de bibirin!

Destên xwe li ber hêsirên dayikan bişon!

Li ser sînorên tirsê nêçîra kevokên sipî bikin!

Temenê xwe bi xwîna kulîlkan av bidin!

Bi awirên qerimî sûnda hebûnê di çavên xwedan de bihûnin!

Hêviyên min yekoyeko birîn bikin û bendewariya min têkbibin!

Şûrê birakujiyê li ser sitûyê hev tûj bikin!

Berbanga minî derengmayî bi werîsê ezweriyê bifetisînin!

05-12-2007
Arsev Oskan


Em helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi gramî bibîr tînin.
Ew jî, dê mîna gelek xebatkarên zimanê kurdî di nava rûpelên dîrokê de bîjî.

Helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan di sala 1967an ji dayik bû û di sala di 25/11/2012an de, di temenekî pir ciwan de çû ser dilovaniya xwe. Ew evîndarê zimanê kurdî û Kurdistanê bû. 

Arşevê Oskan li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin. Pirtûkên helbestê; Kê Gul Çinî?, Berbang Qedexe, Hêviyên Birîndar, Awazên Evînê, Xewnistan, Kovara “Zevî”, romana “Keştiya Penaberan” û gelek nivîs, gotar û xebatên din.

Bi munasebeta salvegera nivîskar Arşevê Oskan, bi çapkirina vê nivîsê, em wî bibîrtînin.

25/11/2019 Rûpela Nu

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin